Li Selahedîn  Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK)– Tirkiye kir ku ji Mesûd Tek Serok, Aladîn Aras, Qurbanî Demîr û Hacî Hesen Endamên Desteya Serokayetiyê û Welî Koparan Nûnerê PSK li bajarê Hewlêrê pêkhatibûn.Li hevdîtinê de şanda mîhvan bi kurtî rewşa siyasî û emnî ya Bakûrê Kurdistanê û girjî û şer û pêkdadanan behs kirin û nîgeraniya xwe li ser rewşa jiyana hemwelatiyan nîşandan ku bi sedema alozî û şer mal û halên xwe bi cîh hiştine. Li beşekî dinê civînê de Serok Barzanî ji kar û çalakiyên partiya xwe û destpêkirina wan ya wekî Partiyekî fermî agahdar kirin û daxwaza rêniwênî û şîrovekirina rûdan û guhertinên siyasiyên navçeyê ji Serok Barzanî kirin.Li beranber da Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi destpêka karê fermî ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê – Tirkiye nîşan da û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û daxwaz jî kir ku li xebata xwe ya medenî û siyasî da berdewam bin û di derbarê rewşa Bakûrê Kurdistanê Serok Barzanî hêviyê xwest ku dawî bi êş û azarên hemwelatiyan bê û mantiq û eqlaniyet vegerê ser siyaseta aliyan û tekez jî li wê yekê kir ku bi navê aramî û hevdû têgihîştin û parastina jiyana xelkê de, deh sal guftûgo baştire ji yek demjimêr şer. Ji ber ku şer kavilkarî û koçberî û wêraniyê bi xwe re tîne û dibê sedemek ku xelkê tundrew û şovenîst bihêztir bibin û proseya aştî tûşî rawestanê bibê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: