CîhanPolîtîk

Barzani: Alîkarî nedan Kurdistanê

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Pêrfêrdînando Kazînî Serokê Lîjneya Karubarê Derveyê Civata Pîrên Îtalya û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de Serokê Lîjneya Karubarê Derveyê Encûmena Pîrên Îtalya spasî Serok Barzanî kir ji bo rexsandina hevdîtinê û destxweşî û spasî hêzên Pêşmerge kir ku azayene şerê terorîstan dike û balkişand li ser wê yekê ku Pêşmerge li şerê dijî terorîstan da li hizra gelê Îtalya de wekî firyadresêk hatiye wêne kirin. Eve jî xisterû ku gelek raziye li asta hemahengiya di navbera hêzên welatê xwe û hêzên Pêşmerge de, bi taybetî ji bo parastina Bendava Musil û tekez li berdewamiya piştevaniya welatê xwe ji bo gelê Kurdistanê kir.Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ji bilî spasiyên ji bo palpiştiya hevpeymanan û Îtalya, gelê Îtalya wekî dostekî nêzîkî gelê Kurdistanê wesifkir. Paşê li gotarek da behsa gefên terorê ya ser bi giştiya mirovayetî û siruşt û serhildana terorîstên Da’îş li Iraq û navçeyê û çawayiya rûbirûbûna terorîstên Da’îş û têkşikandina wan ya ji aliyê Pêşmerge kir û tekez li wê yekê kir ku ji bo ji navbirina terorê hewlekî hemû aliyenaya navdewletî pêwîste. Serok Barzanî behsa wan ziyanên mirovî û aboriyan kir ku li encama êrîşa terorîstan ber gelê Kurdistanê ketiye û ji bilî balkişandina bi hebûna sedan hezar koçberan eve jî xisterû ku Hikûmeta Iraqê li yarmetîdana Herêma Kurdistanê ya penaberan de kêmterxem bûye.Her li vî civînê de rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî û guhertin û gengeşeya tayîfî ya li navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan.

Back to top button