Polîtîk

Em dixwazin pêşeroja Kurdistanê garanti bikin

 

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke taybetî bi malpera Marcopolîs.net re behsa çendîn meseleyên girîng yên rojevê û rewşa Kurdistanê kir.

Serokwezîrê  Kurdistanê diyar kir ku, Kurdistan rojane 250 hezar varîlên petrolê dişîne ji Derve re û got: Ev jî nîşana serkeftina siyaseta petrolê ya Hikûmeta Kurdistanê ye.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, Kurdistan di heyama 20 salên derbasbûyî de gelekî pêşketiye lê belê hê jî gelek karên bên kirin mane daku paşeroja Gelê Kurdistanê bê garantî kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê di beşeke din ya vê hevpeyvîna han de behsa astengiyên navxweyî jî kiriye û gotiye: Bo derbas kirin û çareser kirina astengiyên navxweyî me pêdivî bi demeke zêde heye û got: Heta çend salên berê xelkê me daxwaza xizmetgozariyan dikir û çend sal beriya niha meseleya av û elektirîkê xemeke sereke ya xelkê me bû lê niha meseleya zelalbûnê bûye rojeva sereke ya xelkê me.

Serokwezîrê Kurdistanê di beşeke din ya vê hevpeyvîna han de behsa meseleya gendelî jî kiriye û gotiye: Bi mebesta amadekirina qanûn û zagonên taybetî yên ji bo nehêştina gendelî em hertim bi sazî û dezgehên navxweyî û pisporên biyanî re di nava hewldanê dene û tişta girîng jî eve ku, Gelê me piştgîriya vê pêngava me dike û dizane derbas kirin û çareser kirina kêşeyên bi vê rengî pêdiviya xwe bi demê heye.

Serokwezîrê Kurdistanê di bersiva pirsa ku,gelo bernameya we ya ji bo reformên navxweyî çi ye de eşkere kir ku, ew di çarçoveya Iraqeka nû ya federal de pişta xwe bi xwe girêdidin ji ber Kurdistanê di heyama çend salên derbasbûyî de kariye pîşesaziya petrol û gazê bi sûda hemû Iraqê pêş bixe û wiha domand:

Serkeftina siyaseta petrolê ya Hikûmeta Kurdistanê jî bûye sedema wê ku em rojane 250 hezar varîlên petrolê ji Derve re bişînin û diravên pêwîst bo pêşxistina kertên çandinî û tenduristiyê peyda bikin.(KTV)

 

 

Back to top button