Em careş klîleke le dest Serok Barzaniye
Hest be culeyekî siyasî çirupir dekirê berew hêwirkirdinewey girjî û aloziyekanî gorepanî siyasî Iraq.
Bê cige le layene suniyekan, layenî şî’eyş kewtuwete xoy û ta êsta sê şand hatûnete Kurdistan, eme bê cige le hewlî Balyozxaney Emerîka le Iraq ke le encam da hewlekey ewîş le gel hewlekanî layene şî’iyekan yek degirêtewe.
Hatinî şandî Rewtî Sedir û şandekey merce’iyetî şî’e, nek her merce’iyetî Semahetî Sîstanî, be Serokayetî Dr. Tarîq Necîm û her wa Serokî Kongrey Nîştimanî Iraqî ke layenêkî hawpeymanî nîştimaniye, yek mebest koyan dekatewe ke ewîş razîkirdinî Serok Barzaniye be pêşkeşkirdinî destpêşxeriyekî dîke bo kokirdinewey layene nakokekan le ser yek mêz da.
Her çend le ser hatinekey Dr. Tarîq Necim şitî zor nûsra û guwaye nêrdrawî Serok Wezîrane, belam le rastî da hatinekey le ser raspardey merce’iyetî şî’e buwe be agadarî Malîkî.
Merce’iyet geyîştuwete ew rastiyey ke ewey le Iraq da rû dedat şitêkî tirsnake, sunne le layek û Kurdîş le layekî dîke û deyiştirsê ne wek Kurd xoy bigeyenête sunne û îtir ewkat hemû şitêk le dest şî’e derdeçê, boye êsta xerîke rastewxo dête naw meseleke û fişar dexate ser Malîkî bo ewey rêrewî xoy bigorê û her nebê Kurd le şî’e dûr nexatewe. Em helwêstey merce’iyet, heman helwêstî Îrane, belam be hendê ciyawaziyewe. Merce’iyet geyîştuwete ew bawerey ke eger Malîkî xoy le gel Kurd çak nekat, amade niye le mew paş ew piştgîriyey lê bikat ke deykird û be cîddîş bîr lewe dekatewe ke kesêkî alternatîf le naw hawpeymanî nîştimanî bidozinewe bo ewey cêyî bigrêtewe.
Belam Îran le gel manewey Malîkiye be her şêweyek bêt, ewîş le ber çend hoyek ke pêwendiyan be rewşî Sûriya û rewşî xoy û rewşî şî’e be giştiyewe heye.
Kobûnewekanî berpirsanî Îran le gel her yek le Semahetî Emmar El Hekîm û Dr. Îbrahîm Ce’ferî û nûneranî Semahetî Muqteda Sedir le Tahran, her hemuwiyan bo yek mebest bû ke ewîş razîkirdiniyan bû be manewey Malîkî.
Be pêyî zanyariyekan Emmar El Hekîm û Dr. Îbrahîm Ce’ferî le gel em dawayey Îran da bûn, belam nûneranî Muqteda Sedir le gel manewey da nebûn û dawayan le berpirsanî Îran kirdibû ke dest le Malîkî helgirê û yekêkî dîkey naw hawpeymanî nîştimanî le cêyî dabinrê û belênîşiyan bew pirsane dabû ke ewan detwanin hem sunne û hemîş Kurd razî biken û bemeyş detwanrê hawpeymaniyekey Kurd ـ şî’e biparêzrê û şêwey hukimdariyekey Iraqîş bigerêtewe bo doxî caranî xoy.
Îran dirk be bayex û giringî hawpeymanî şî’e û Kurd dekat û hewlî pitewkirdinîşî dedat, belam be manewey Malîkî.
Ewey cêyî serince ta êsta Emerîka beranber ew bargirjiyey Iraq bêdeng bû, belam lewetey xopêşandanekanî sunne destî pêkirduwe û le tirsî ewey ne weku kesanî naw qa’îde û tundrokan dest beser xopêşandanekan da bigirin û karekeyş le dest hemûyan derbiçê, yekser ewîş kewte xoy û balyozekey narde Kurdistan û daway kird ke em careyş Serok Barzanî rolî xoy le çareserkirdinî tengejekeda bibînêt.
Emerîka pêyî waye dergey nêwan sunne û şî’e daxrawe û klîlekeyşî le lay Serok Barzaniye.
Ewey hestî pê dekirêt Emerîkaş weku Îran le gel manewey Malîkiye, belam be mercê be xoy da biçêtewe û kêşekanî xoy le gel Kurd yekla bikatewe û dawakariye rewakanî xopêşanderanî sunneş cêbecê bikat.
Be giştî keşêkî îcabî le aradaye bo destpêkirdinewey guftûgo û geyîştin be lêktêgeyîştin û çareser bo derçûn lew tengejeye, belam nabê ew guftûgoye wek pêşan berêwe biçêt, belkû pêwîste çwarçêwekey firawantir bikirê û hemû layen û pêkhatekan le xo bigirêt û ewey pêwendî be Kurdîşewe heye, pêwîste rêkewtinêkî taze bête arawe û berjewendîşî bixirête seruwî hemû berjewendiyekî dîkewe.
Faysal Debax