Hevpeyvîn

Hevpeyvîn bi Prof. Dr. Nihat Inançre

Hevpeyvînek taybet li gel Prof. Dr. Nihat Inanç ji aliyê Nivîskar û lêkolînerê Kurd Zeynelabidîn Zinar ve li ser rewşa xwendina kurdî ku li Zanîngeha Mûşê hatiye kirin. Nivîskarê me pirsiye û profesorê me jî bersiv daye. Kerem bikin hevpeyvîna Zeynelabidîn li jêrê ye:

 
Demek berê ez wek mêvan ji bo çend semîneran ji aliyê Zanîngeha Mûşê ve hatim vexwendin. Rektorê Zanîngehê Prof. Dr. Nihat Inanç û dekanê Beşa Kurdî Prof. Dr. Hesen Çiftçi bi germîyeke zêde ez pêşwazî kirim.

Min roja 7, 8 û 9ê meha 11an (2012) li wirê sê semîner dane. Semînerek ji bo dersdarên Zanîngehê û du semîner jî bo xwendekarên Beşa kurdî a lîsansê.
Piştî ku min rewşa Zanîngehê xasma jî ya Beşa Kurdî dît û ku fedakariya wan dersdaran wisa bi vîndarîyeke zêde ku kar dikirin, ez bi dilêşanî ji Mûsê vegeriyam û heta niha jî min ew rewş jibîr nekirye.

Piştre min xwest ku ez hevpeyvînekê digel cenabê Rektor çêbikim da medyaya Kurdî, ji zanîngeha wî û fedekariya wan mamosteyan agahdar bibe û min vê daxwaza xwe bi e-mailê di 13/11/2012an de pêşkêşê Prof. Dr. Nihat Inanç û Prof. Dr. Hesen Çiftçi kir. Spas ku herduyan jî bi kêfxweşî çendî ku bersiva erênî dan min jî, lê ji ber sergêjî û karê wan ê zêde, niha (13.02.2013) derfet çêbûye ku Prof. Dr. Nihat Inançbersiva pirsan gehandiye destên min.

Min  pirsên xwe bi zimanê Kurdî ji Prof. Dr. Nihat Inanç re hinartibûn. Lê belê ji ber ku ew rind bi kurdî nizane, wî bersiva pirsên min bi zimanê tirkî nivîsîne û pêşî daye rektorê Beşa Kurdî Prof. Dr. Hesen Çiftçî da wergerine kurdî û bo min bişîne. Piştî ku kek Hesen ew pirs wergerandine Zimanê Kurdî, bo min hinartine û min jî ji aliyê rêzimanî ve hinekî keda xwe xist navê û va ye li jêrê, pêşkêşê Medyaya Kurdî dibe.

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

Pirsên Zeynelabidin Zinar:

Prof. Dr. Nihat Inanç. Bi kerema xwe tu dikarî xwe bidî naskirin?

Bersivên Prof. Dr. Nihat Inanc:

Ez li Wanê hatime dunyayê. Min xwendina xwe ya seretayî, navîn û ya lîseyê li Wanê qedandine. Min li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (İTU) perwerdehiya endazyariya Elektrîk-Elektronîkê girtiye û her wiha karên min ên piştî lîsansê jî li ser vê babetê çêbûne. Ez li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (İTU), li Zanîngeha Kirikkale û Zanîngeha Wan Yuzuncuyêlê xebitîme. Min li Zanîngeha Ohio State ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî di statuya post-doktorayê de wek mamosteyê mêvan ders dane. Ez zewicî me û bavê sê zarokan im.

Zaningeha Mûşê kengê vebûye û cenabê te kengê hatiye serokatiya wê?

Zanîngeha Alparslan a Mûşê, bi qanûna ku di 29ê Gulana 2007an de di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, hatiye avakirin. Ez di 9ê Êlûna 2008an de ji aliyê Serokkomar Birêz Abdullah Gul ve wek “Rektorê Avakar” ê Zanîngeha Alparslan a Mûşê hatime tayînkirin. Di Êlûna 2012an de jî piştî hilbijartina ji bo destnîşankirina berendamtiya rektortiyê, ez cara duyemîn ji aliyê Serokkomar Birêz Abdullah Gul ve wek Rektorê Zanîngeha Mûşê hatime tayînkirin.

Zanîngeha Mûşê kengê Beşa Zimanê Kurdî vekiriye û di vekirinê de xebata te çi qeder çêbûye?

Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî, di asta lîsansê de cara pêşîn li Tirkiyê di tarîxa 22/12/2010an de li Zanîngeha Alparslan a Mûşê hatiye vekirin. Li Zanîngeha Mûşê jî ev beş çewa ku em ê li pêş jî bêjin, sala 2011 vebûye.

Di vekirina Beşa Kurdî de, cenabê te pêrgê çi zehmetiyan bûye?

Ji ber ku cara pêşî bû ku li Tirkiyê Beşa Zimanê Kurdî vedibû, di serê ewil de, ev yek bû sedemê bêzîtiyekê ji aliyê hin derdorên diyar ve, ji ber hindê me hin tengasî kişandin. Lê her ku çû, ev mesele normalîze bû û ew tiş li paş man.

Desteya rêvebir û mamustayên zanîngeha Muşê

We kengê xwendekar ji bo vê Beşa Zimanê Kurdî stendine? Çend ji wan kurr in û çend keç in?

Dersên me yên hilbijare yên Kurdî ku her xwendekarê Zanîngehê dikare bigre, di Sibata 2011an de destpê kirine. Daxwaz û eleqeyeke mezin heye ji dersa hilbijare ya Kurdî re ku di her nîvesalê de tê dayîn. Di Êlûna 2012an de 350 xwendekarî vê dersê hilbijartibûn. Me di Êlûna 2012an de 50 kesî wek xwendekarên mastirê “Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî” hildan. Me 10 jî wek xwendekarên taybet hildan. Di mastirê de bi tevahî 57 xwendekarê mêr û 3 xwendekarên jin hene.


Ev xwendekarên ku di vê Beşa Kurdî de dixwînin, bingeha zanîna wan di Çanda Kurdî de çewan e?

Xwendekarên ku Beşa Kurdî dixwînin, asta bingeha wan a derheq Çanda Kurdî de cihêreng e. Di hinekan de bihêztir e û di hinan de sloganîk e. Lê belê mustewa ne xirab e.

Dema ev Beşa Kurdî li Zanîngeha Mûşê vebû, dijberî li pêşberê we derneketin holê?

Helbet hin tengasî çêbûn. Lêbelê rêvebirên dewletê yên ku bi eqlê selîm difikirin tim arîkarî û piştgiriya min kirin. Di pirsa çaran de, min bersiv daye vê babetê.

Gelo lawaztîya we di peydakirina mamoste û pirtûkên dersa kurdî de heye yanena?

Em derbarê qada kurdî de aniha bi mamosteyên xwe yên mewcûd pêdiviyê razî dikin. Lê ji ber ku di pêşerojê de him dê xwendekar û him jî dê pol zêde bibin, lewma dê hewcedarî bi mamosteyan çêbibe. Em ji niha ve wan mamosteyên ku me hildane amade dikin. Her wisa jî dê hewce bi pirtûkên çavkanîyên kurdî hebe. De jixwe melûmê we ye jî ku ev beşa hanê li Tirkiyê hêj nû ye û hebûna kêmasiyan normal e.

Piştî ku Beşa Kurdî li Zanîngeha Mûşê vebû, di nava niştecihên Mûşê de guhartineke erênî li pêşber Zimanê Kurdî çêbûye yanena?

Vekirina beşê çawa li hemû Tirkiyê bû sebebê heyecanê û her wisa li wilayeta Mûşê jî bû sebebê keyfxweşiyê. Her ku îmkanên me zêde bûn, em dê bersivê bidin daxwazên gel jî înşaellah.

Xwebdevanên zanîngeha Muşê

 

Hûn pêşeroja vê Beşa Zimanê Kurdî ya li Zanîngeha Mûşê çewa dibînin?

Ya rast gava me beş vekir, di serê pêşî de min ji ber eleqedariya çapemeniyê ya zêde gotibû ku: “Me beşeke normal vekiriye. Herwekî Beşa Ziman û Edebiyata Erebî.” Divê meriv meseleyê normalize bike. Dê ahenga erz-telebê peyderpey pêk bê. Ez guman nakim ku ew daxwaza dema pêşîn bi awayekî wisa xurt bidome.

Cenabê te rektorê vê zanîngehê ye. Gelo tu xwe bi vekirina Beşa Kurdî li vê zanîngehê  çewan his dikî?

Ez di wê baweriyê de me ku min berpirsiyariya xwe ya li hemberî dîrok û civatê pêk anîye. Li gor min tu heqek tune ku bi qasî gelekî ku dixwaze çanda xwe, edebiyata xwe û folklora xwe bijî, ew hawe xwezayî û îlahî ye. Hereketên înkar, asîmîlasyon û îmhayê, zirara herî zêde didin xwediyê hêzê.

Di vekirina Beşa Kurdî de ji Kurdan kesî yan sazî alîkariya we kirine?

Gava me ev beş vekir, em neketin pey bidestxistina piştgiriyekê. Em bi hevalên xwe şêwirîn. Hema piştî ku ez wek Rektorê pêşî hatim tayînkirin, di Êlûna 2008an de me “Plana Pêşketina 20 Salên Pêşerojê” amade kir û me şand bo tesdîqa Teşkîlata Plansaziya Dewletê. Di Hezîrana 2009an de tesdîq bû. Îcar di wê plana tesdîqbûyî de bi awayekî teorîk hebû ku dê “Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî” jî vebe. Paşê jî me serî li Sazîya Bilind a Hîndekariyê (YÖK) da û bi carekê vekir. Me nexwest ku ev di Raya Giştî de zêde were nîqaşkirin.

Çewa ku tê zanîn, çend zanîngehên li Tirkiye û yên li hin bajarên Kurdan jî hene ku beşa Zimanê Kurdî vekirine. Di navbera we û wan de danûstendin heye yanena?

Em bi wan zanîngehan re ku beşên kurdî vekirine di nava danûsitendin, ray û ramanê de ne. Em tecrubeyên xwe bi hevûdu re parve dikin. Herî dawîn me bi Zanîngeha Bingolê re bo programa “doktoraya hevpar” di qada kurdî de, serî li Sazîya Bilind a Hîndekariyê (YÖK) da.

Hûn di Beşa Kurdî de kêmasiya mamoste û pirtûkên dersê dikişînin yanena?

Min di xala heştan a derbarê vê mijarê de agahî daye. Vê gavê her çiqas tengasî tunebe jî, lê di pêşerojê de bêguman wê hebe. Em ji niha ve hewl didin ku tevdîr bibînin.

Di vê derbarê de çi gotina cenabê te ji bo Raya Giştî ya Kurdî heye?

Ji bo ku qewmek bi cewher û nirxên xwe bijî, qewmekî wek Kurd ku ev e bi salan e di rewşa înkar, asîmîlasyon û îmhayê de ku jiyabe, wezîfeyên însanî û Îslamî dikevin ser milê her kesî. Ev ne ji bo Kurdan tenê carî ye, ji bo wan hemû qewman carî ye ku heman tengasiyê dikşînin. Pirsgirêk, ji xwedanê van cewheran dernakeve.

Pirsgirêk, ji înkarkirina van nirx û cewheran yan jî asêkirina li van nirx û cewheran derdikeve. Lewma zerûrî ye ku ev mesele, xasma ji aliyê Raya Giştî ya Kurd ve, heta karî bi eqlekî selîm ve were nirxandin. Gelê Kurd, bi gotina alimekî, “sêwiyên ummetê” ye. Ev rast e. Lê her wisa jî lazim e ku gelê Kurd xwedî li cewherên xwe derkeve û rê nede ku hin kes wî bi kar bînin.

Qasî ku înkara li ser Kurdan zirar dide Kurdan, bikaranîna Kurdan jî zirar dide Kurdan. Hema bigre hemû hesabên şeytanî yên li Rojhilata Navîn li ser “Gelê Kurd” û “Muslumanan” hatine sazkirin. Yan li ser esasê etnîkî, me berî hev didin yan jî bi derxistina îxtîlafên dînî û mezhebî dixwazin me îmha bikin. Divê ku em şiyar bin û ew cihê ku em tê de hatine vedanê/pêgirtinê, cara duduyan neyêne vedanê. Bi kurtasî divê mesele bi awayê ku Xwedê Teala di Sûretê Rûm û Ayeta Kerîme ya 22an de şîrove kiriye, bê nirxandinê.

Spas ji bo bersiva van pirsên cenabê te?
Ez jî sipas dikim ji bo eleqedariya we. 

12.02.2013

Back to top button