Polîtîk

Em amadene serxwebûna Kurdistanê ragihînin

Li gor nûçeya malpera Alarabiya, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di hevpeyvînek televizyonî de ya li gel kanala Alarabiya re daxwaz ji Kurdên Rojhilata Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê  kir, ku bo destxistina mafên xwe yên rewa rêyên aştîyane bi kar bihînin.

Serok got: ´´ Herêma Kurdistanê bi hemû awayî piştîvanî li Kurdên Rojavaya Kurdistanê dike´´.
 
Herweha Barzanî gazind ji opozisiyona Sûrîye jî kir, ku heta niha mafên Kurdên Sûrîye bi fermî nas nekiriye.
 
Mesud Barzanî di derbarê pêşeroja Sûrî de got: Guhertinên li Sûrî pirseka navxweyî ye û pêwendî bi xelkê Sûrîye ve heye´´.
Barzanî behsa mijara vekişîna hêzên Amerîkayî ji Iraqê jî kir û di derbara çêbûna şerekî navxweyî de hişdarî da û ragihand ku li Iraqê zemîna (bestêna) çêbûna pevçûnên wisa heye.
 
Serokê herêma Kurdistanê di heman demê de tekezî li ser wê çendê jî kir, ku Kurd beşdarîyê di şerekî wisa de nakin.
 
Di vê derbarê de Barzanî got ku, kurd girêdayî yekparçeyîya xaka Iraqê ne, Lê eger Miletê Kurdistanê bi rêya referandumekî serxwebûna Kurdistanê bixwazin, wê ew jî pişgiriya vê yekê bike.
Barzanê da xuyakirin ku, ew amadene ji bo serxwebûna Kurdistanê biryarê bidin û ji bo bdeldayînê jî amadene. Herweha da xuyakirin ku eger ev bibe sedema şerekî ji bo vê jî amadene.
 

 

Back to top button