Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, li ser navê hikûmet û gelê Kurdistanê yek milyon dolar weke alîkarî ji lêqewmiyên erdheja Wanê re rêkirin.
Li ser tewsiya Serokê Kurdistanê, Îro Azad Berewarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya heyetekê serdana konsolxaneya Tirkyeyê y ali Hewlêrê kir û ji aliyê Aydîn Selcen konsolosê Tirkyeyê va hat pêşwazî kirin.
Di hevdîtinekê de Azad Berwarî sersaxî û hevxwemiya hikûmet û hevwelatiyên herêma Kurdistanê bo hikûmet û malbatên qurbaniyên erdheja devera Wanê dupat kirin û hêvî xwast ku bi zêritîn dem birîndarên wê karesatê çak bibin.
Azad Berwarî li ser navê herêma Kurdistanê yek milyon dolar weke alîkariya herêma Kurdistanê bo lêqewmiyên erdheja Wanê, teslîmî rêxistina Heyvasor a tirkê kirin.
ji bo vê alîkariya herêma Kurdistanê bo lêqewmiyên erdheja Wanê, konsolosî Tirkyyeê yê Hewlêrê sipasîya hikûmet û gelê herêma Kurdistanê kir.
Eman we pere neday tirkan, nadin xelkê. Bibin bi destên xwe bidin an bidin sharedariyê. Ma hûn tirkan nas nakin?\r\n\r\nLi gundekî 20 mirî hene, du roj in hêj kesê telefonek jî nekiriye (ji dewletê). \r\n\r\nEw pereyê we da chû. Ket berika Kizilayê.\r\n\r\nKizilay chi ye?\r\n\r\nEndamên Kizilayê (heyva sor) chi karî dikin?\r\n\r\nKarmendên olî, Kizilay, , tercuman, mamoste… Van herchar pîsheyan jibîr nekin. Dîroka hêzên sîxuriyê divê mirov bixwînin. Ji MAH heya MITê ya tirkan jî.\r\n\r\nKê fêhmkir, fêhmkir.