Polîtîk

Elî Pêşewa Qazî Mihemed: Peyamek ji bo hemû xelkê bi şerefê Kurdistanê dişîne

Elî Pêşewa Qazî Mihemed li ser torên civakî peyamek ji bo hemû xelkê bi şerefê Kurdistanê şandiye û wiha nivîsiye:

Kek Mesûd Barzanî wekî Serokê Kurdistanê berî çend rojek peyamek belavkir.

Em dizanîn ku derdê hemû Kurdek yek negirtin û yek nebûne, niha jî diyare ku Kak Mesûd daxwaz ji hemû Kurdek û partiyên li Başûrê Kurdistanê kiriye ku yekgirtîbin û her wiha Kek Nêçîrvan jî daxwaz kiriye ku hemû pêkhatên Kurdistanê yek bigrin.

Li rastiyê de îro şansa serkeftina niştiman li hemû serdemekê zêdetire, ji bo wê yekê nabê Kurd vê derfeta girîng ji dest bide, bi taybetî li piştî wê yekê ku ku nêzîkî sedî 94 ê xelkê Kurdistanê ji bo referandumê dengê “Belê” dan.

Me hemûyan li van çend salên dawî ya rewşa Herêma Kurdistanê ku heye dît ku dema Kek Mesûd û Kek Nêçîrvan Barzanî diçin derveyê welat, herdem berpirsên wan Hikûmetan ve wekî kesên fermî û xwediyê kiyaneke fermî pêşwaziya wan dikin.

Ez wekî Kurdek piştîvaniya xwe li Kek Mesûd û Kek Nêçîrvan radigihînim û ji kûrahiya dilê xwe ve serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Hêvîdarim her çi zûtire Kurd bigihe serbixweyî û rizgariyê heta ku mîlletek li dinyayê da bê qebûl kirin û me maf û destûr û tixûbeke xwe ya parastî hebê.

Elî Pêşewa Qazî Mihemmed “Kurê Reş”
26.05.2020

Back to top button