Polîtîk

Kurdistan vê planê bi cîh bike wê ji qeyrana darayî rizgar bibe

Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Kurdistanê li gel bi cîhkirina projeya çaksazî û reforman plan daniye çavkaniyên dahatê cûr bi cûr bike û tenê pişta xwe bi yek çavkaniyê nebestê. Mamostayeke Zanîngehê behsa wan kertan dike ku Hikumetê dikarê dest bavêje wan karan ku li şeş mehan da encamên wê derdikevê.

Haşim Omer Mamostayê Zanîngehê û abûrînas ragihand piştbestina bi yek çavkaniya darayî kêşeyeke mezin ji bo Kurdistanê peydakiriye, dû çareseriyên demdirêj û stratejîk heye ji bo aboriya welat û cûr bi cûrkirina çavkaniyên aborî. Ewê niha pêwîste bikîn, yekem projeyên çandinî ye li beramber zêdekirina berhemên çandiniyê li rûyê çawayî û çendiyetiya wê ya bi bazarkirina navdewletî.

Her wiha got: Çawa Îran li rûyê berhemên çandiniyê ve Kurdistanê kiriye çavkaniya xwe û berhemên xwe yên ji bo henardekirinê, divê Kurdistan jî li çend berhemeke çandinê ji bo bazarên çend welatek bişîne.

Çavkaniyên pîşesazî ji bilî neft û xaz berhemên kanzayiyan girînge kar li ser bêkirin. Berhemên çavkaniyên avî û veberhênan li texte û blok û çîmento û hesin li Kurdistanê berhemeke baş heye û ew berhem xama wê li welatê me heye ji bo hesin li welatên din ‌nîne.

Back to top button