
Endamê Komîteya Navendî ya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî, di derbarê têkilîyên PKK-YNK û kujtina kadroyên PKK axivî û anî zimên ku peywendîya YNK û PKK ji bo gelê Silêmanîyê bûye cihê alozî û metirsîyê.
Li gor nûçeyên ku di medya Tirkîyê de hatine belavkirin, kesê bi navê Celal Kaya ku wek plansazê êrîşa sala 2019 ya li ser qehwexaneya Hoqabaz a Hewlêrê hatibû destnîşankirin, li Silêmanîyê hatiye kujtin.
Li ser vê mijarê Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî daxuyanîyek da.
Ewnî got: ”Ez nizanim çawa ew berpirsê PKKê kujtine, lê pirs ew e, PKK li Silêmanîyê çi dike û çima li Silêmanîyê ye? MÎTê çawa xwe gihand wî kesî?”.
Ewnî, di berdewamîya axavtinên xwe de wiha got: “Hebûna PKKê li Silêmanîyê ne yasayî ye û ev rewş nîgeranîya xelkê sivîl dike. Kujtina kadroyên PKKê li navçeyên di bin kontrola YNKê de pirsgirêkên cidî ji Herêma Kurdistanê re çêdike. Wan dikişînin nav axa Herêma Kurdistanê û piştre jî me bi anîna Tirkîyê tohmetbar dikin”.
Endamê Komîteya Navendî ya PDKê got ku divê PKK û Tirkîye rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin û Herêma Kurdistanê nekin qada pirsgirêkê.


