Nivîsar

Elî Ewnî nivîsî: Babeta xwerandina pirsa lamerkeziyê…

Eve çend rojeke biraderên aliyê Silêmaniyê pirsa lamerkeziyê anîne qadê. Mixabin awayê nirxandin û behskirina vê babetê bi awayeke gengeşeya siyasî û diruşmbaziyê hatiye pêşkêş kirin. Eve jî wiha kiriye cemawerê YNK û ew partiyên dijberên PDK ne wiha hizir bikin eve serkeftine li ser PDK de û cemawerê PDK jî hizir bikin eve lêdan û kêm kirina desthilata PDK ye. Bêguman dikaribûn vê babetê bi awayeke aram û xweşiktir û durî li giyanê têkçûn û serkeftinê gengeşe bikiran ku li bingehê de ji bo rêkxistina awayê birêveberiyê ye li nav me bi xwe de. Bernameya pêşkêşkiriya kabîneya birêz Kek Mesrûr Barzanî jî tekez li ser çespandina lamerkeziyê kiriye û xaleka diyar yê bernameya Hikumeta wî ewe.

Bêguman bexşîna desthilatên zêdetir bi parêzgehan û qeza û nehiyeyan li bin çavdêriyekî hûr da, xizmetekê zêdetir bi Kurdistaniyan digihîne. Hêjayî gotinêye eger ev babet bi sîstem bê rêkxistin suda wê gelek dibê û tenê ji bo tixûb û sînorê devera Keske Nîlî nabê û bigre Hewlêr û Dihok jî jê sudmend dibin. Lê belê wiha başe bi aramî û hedarî behsa rewşa îdariya sinorên Silêmaniyê, Helebçe û Germiyan bikîn. Bila bizanîn gelo birastî ev devere li bin desthilatekê dîktatoriya navendî ya tund daye, wekî ku ew bi nav dikin yan desthilateka berfirehtire ji lamerkeziyê wan heye?

1- Ji sala 199 vî alî ve Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê % 48 ê budçeya Herêma Kurdistanê ji bo wê sînorê bi cûda werdigrin û ew bi xwe xerc dikin û bi baş û xerab ew bi xwe jê berpirs bûne û her wiha Encumena Wezîran desthilata hûrbînî û lêpirsînê li çawayiya xerc kirina wê pereyê nebuye û nîne.

2- Hîç kesek her wiha paqijkerek jî bêyî biryara Malbend û dezgehên hizbiyên YNK li wê sînorê nayê damezrandin. Hikûmeta Herêmê û Wezaretên wê tenê erkê wan qebulkirina nivîsên wî alî ne û daxîl kirina maaş û mûçeyên kesên wane ku li lîsta mûçexurên wan da heye.

3- Serokê Hikûmetê desthilata cîh guherîna polîsek ji binkeyek bo binkeyekê din jî nîne. Desthilat li ser veguhestina neku Birêveberê Xwendingehek, belku yê paqijkereke xwendingehê jî nîne.

4- Ewe çendîn sale YNK yek qurîş û filsê dahata sînorê Silêmaniyê û Germiyan ji bo Hikûmeta Kurdistanê naşîne, lê hemû mehê wereqeyek bi navê hesaban dişînin. Her ewan bi xwe desthilata bikaranîn û xerc kirina dahatan bi xwe daye.

5- Desthilata sînorê wî aliyî bêyî vegerandina raya Hikûmet û Parlemenê, nîvê Kurdistan û Kerkûka şîrîn li sefqeyekî têkçûyî da bi sîh û heşt îmzayan radestî Hesen Plays û Ebu Azraîl û Murteza Fişfişe û Heşda Şe’bî kirin. Biryarekê wiha girîng bawer nakim li desthilata lamerkeziyê da hebê. Eve eger serbixweyî nebê êdî çiye?.

6- Li hilbijartinan da cilên xwe bi keyfa xwe encamên wê peyda dikin û radigihînin û kes jî nikarê qebul neke. Her wiha gelek ji berbijêrên derketî û derneketiyên wan bi xwe jî bi encaman nerazî ne û kes jî nîne ji wan re bibêje ji bo çi hûn wiha dikin?.

7- Li beşa Dihokê hezaran kes ji ber sînorên wî alî hatine damezrandin û Dihok bêbeşe û bi vê yekê jî li xêra desthilata serbixweya Silêmaniyê hemû carê wekî bajarekê hejar tê wênekirin.

8- Mixabin xelkê xwe jî wiha fêr kirine ku ji bo hemû babetek ku her pîsporiya wan jî nebê, qelebalixî û helaketeke wiha diafirînin wekî ku babet wekî mafê wan bi xwe bê bi aramî û zanistiyane neyê gengeşe kirin.

9- Ew birêzên wiha dizanin lamerkezî desthilata wan zêdetir dike, dixwazin lamerkezî bê heta ew bi xwe bi yasa perdeyê li ser şaşî û gendelî û bindîwarên xwe bikin. Nahêlin Hikûmeta Kurdistanê bernameya ragihandina çaksazî û paksaziyê li wê sînorê bi cîh bike.

Birêzan ewê niha we heye serbixweyî ye, lamerkezî, eger bi dirustî û li gor yasa bê bicîhkirin, desthilata we kêm dibê û we diêxe bin barê yasayan. Bi vî awayî jî dikevin bin çavdêriya dezgehên Hikûmetê da.

Wekî heyva ji xwezayê derketî lamerkezî

Elî Ewnî 06.05.2020

Back to top button