Polîtîk

Birçîtî û nerazîbûna ciwanan, Bexdayê ber bi karesatekê metirsîdar dibe

Rojnameyekê Amerîkî raporek di derbarê sedemên têkçûna aboriya Iraqê belav kiriye û tekez li wê yekê dike ku sedema wê gefa mezina li rûyê Iraqê girtiye, ne virusa Koronaye û ne daketina nirxê neftêye, belkû ew gendeliya mezine ku piştî 2003 ve serkirdeyên siyasiyên Bexdayê ji bo berjewendiya take kesî û partiya xwe xerckirine ku tê pêşbînî kirin bi sedan milyar dolare.

Rojnameya The Washington Post a Amerîkî nivîsiye, tengasiyên niha bandorên wê bi tevahî derketine û siyasiyên Bexdayê dixwazin wiha li xelkê têbigihînin ku sedema wê daketina nirxê neftê û belavbûna virusa Koronaye. Lê belê eve bi tevahî ji rastiyê dûre. Ji ber ku ew tengasiyên ji zû ve dihatin çaverê kirin wê rû bide, ji ber ku ewe kêşeyeke xwe ya kûr heye û di destpêka ji dayikbûna proseya siyasiya nû ya li Iraqê ku vedigerê ser piştî rûxana Sedam Husên.

Rojname nivîsiye niha bandorên wan tengasiyan wekî berê nîne ku tenê kurtanîna budçe û deynê zêdeyê navdewletî lê bikevê, belkû bandorê li ser debara xelkê dirust kiriye. Ji ber ku xelk kar nakin û li malên xwe hatine karantîne kirin. Ji bo wê yekê hîç çavkaniyeke wan nîne û Hikûmeta Bexda jî li nikare alîkariya wan bike.

Hisam Elqeysî welatiyekî nîştecihê taxa Binukî ya Bexda ji bo Washington Post dibêje: Xaniyê min bi kirêye û çûna derve û kar kirin jî qedexeye û Hikûmet jî hîç hevkariya me nake û li tengasiyeke giran daye. Rewşa jiyana me gelek dijware û hinek roj tenê danekê xwarina me heye û zarokên min nerazîne û dilgiranin ji ber wê birçîtiyê.

Her çende Hikûmeta Iraqê hinek ji kêmkirina mûçeyên karmendan kiriye, lê belê newêrin hîç zanyariyek di derbarê dema bi cîhkirina wê û kêmkirina wê ragihînin, ji ber ku tirsa wan heye karesat li pey de bê, bi taybetî li serdema hebûna Korona, ditirsin xelk bi girseyî bêne ser kolanan, her çawa bê, rewşeke karesatbar li benda Iraqê ye û metirsî gelek ji ewê berê tirsnaktir dibin.

Back to top button