Civak

Elî Dolemerî: Em Kurdistanê bo xwendekarên zanîngehên Fransayê didin nasîn

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê ji malpera K24ê re ragehand ku, bi rêya semînereke zanistî Kurdistanê û ezmûna nû ya desthilatdariyê ji bo xwendekarên zanîngehên Frsanyê didin nasîn, bi wê armancê ku dema li paşerojê li welatê xwe digehin navednên desthilatê zêdetir piştevaniya doza Kurdan bikin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemerî îro (În, 18.04.2025) ji malpera K24ê re ragehand ku, li Zanîngeha Sciences Poyê ya bajarê Montonê li başûrê Fransayê semînereke zanistî li ser “Herêma Kurdistana Îraqê: dînamîka navxweyî û nerîna ciyopolotîkî” pêşkêşî xwendekar û mamostayên pişka siyasî û diplomasî û peywendiyên navdewletî kiriye.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê got, “Me di wê semînerê de bi hûrî behsa pêngavên paşerojê yên Herêma Kurdistnê kir, wekî yarîkereke serkeftî di guhertinên Rojhilatê Navîn de.”

Elî Dolemerî her di wê semînerê de amaje jî daye, “Herêma Kurdistanê rolekî giring li Rojhilata Navîn dibîne û asoyeke geş ji bo gelê Kurd di rê de ye.”

Navbirî eşkere jî kir, “Rêkxistina semînerên zanistî li zanîngeh û navendên akademî yên Fransayê di çarçoveya kar û pilanên Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê de ye.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê tekez jî kir, “Armanca me ew e ku em bikarin pêşzanînekê ji bo wan xwendekaran çê bikin, ên ku tê çaverêkirin li paşerojeke nêzîk bigehin desthilatê û navendên giring û biryarbidest ên Fransayê.”

Back to top button