Kultur

Elî Bapîr ji bo marşa Îranê radibe ser piyan, lê ji bo Ey Reqîb na

Elî Bapîr emîrê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê ji bo rêzgirtin bo marşa netewî ya Komara Îslamiya Îranê tabû ser piyan.
Li gor rojnameya Bas ku, ji başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, Elî Bapîr heftiya borî li Tehranê beşdarî konferensa Rabûna Îslamî kir û di dema destpêkirina konferensê de marşa netewî ya Komara Îslamiya Îranê hat lêdan û Elî Bapîr emîrê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, weke rêzgirtin bo marşa netewê ya Îranê, rabû ser piyan.

Elî Bapîr gelek caran beçdarî di civînên parlamentoya Kurdistanê de kiriye û tu caran ew ji bo marşa netewî ya Kurdistanê Ey Reqîb nerabûye ser piyan û rêz û hurmet ji marşa netweiya Kurdistanê re nagire.

Ji bilî ku ew ji bo sruda niştimaniya Kurdistanê Ey Reqîb narebe ser piyan, wî gelek caran daxuyanî jî li dijî sruda netwiya kurdî dane û daxaza guhertina wê kiriye.

Ji ber vav helwestên wî yên dijî marşa netewiya kurdî, pir caran ew ji aliyê rewşenbîrên kurd ve rastî rexneyan bûye.

Back to top button