Kultur

Beşa weje û zimanê kurdî zanîngehê de hate vekirin

Li Mêrdînê di zanîngeha Artuklu de beş a ziman û wejeya kurdî hate vekirin. Di vê derbarê de wekîlê rektorê zanîngehê û serokê beş a kurdî Prof. Dr. Kadri Yildirm got ku, Li tu deverên cîhanê perwerdek 4 salî ku di vê derbarê de perwerdeya lîsan di vê mijarê de bide tuneye.

Zanîngeha Artuklu li Mêrdînê

Yildirim got:Ji berî ku ev beş bête vekirin di zanîngeha me de, bi navê zimanên dijîn me bi kurdî perwerde hebû. Lê niha piştî vekirina vî beşî bi awayek zanyarîtir em qadek akademî de vê perwerdê dikin. Ev yek ji bo beşa me û ji bo zanîngehê bi xwe jî bûye cihê dilxweşiyek mezin.

Herweha Dr. Kadrî Yildirim di vê derbarê de got: Daxwaziya me ya herî mezin ewe ku, hinek astengên yasayî yên heyîn ji holê rabin û zimanê kurdî di hemî konaxên perwerdê de bête xwendin. Di dibistanên destpêkê de hate seretayî û zanîngehê perwede bi kurdî bête kirin. Kurd vê yekê dixwazin.

Prof.Dr. Kadrî Yildirim da xuyakirin ku hinek zehmetiyên wan hene û got: Ji bo qedexekirin bi salan li ser vî zimanî hebû û asimîlasyonek li ser kurdan hebû, tu pirtukên perwerdê ji bo hîn kirin û xwendina zimanê kurdî nehatine amadekirin. Heta demek hat ku kesên bi vî zimanê nameyek nivîsandîn yan jî nivîsek nivîsandî hatin cezakirin. Ji bo vê yekê pirtukên perwerdê nehatine amadekirin.

Herweha Yildirim da xuyakirin ku, vekirina vî beşî û xwendina ziman û wejeya kurdî 4 salan di zanîngehê de, wê bibe pişgiriyek jî ji bo afirandina aşitiyê.

Back to top button