Ekrem Îmamoglu li dadgehê tê darizandin

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
Ekrem Îmamoglu 19ê Adarê hatibû binçavkirin û birin nawenda polîsan . Pişytî 4 rojan di bin çavde ma û êfada wî li ba polîsan dawî hat, ew û hevalên wî rêkirin dadgehê û 31 dozerî cardin êfada wan girtin. Dawîyê dozeran bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kirin û niha di dadgehê de têne darizandin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihandibû ku lêpirsîn ji aliyê “Buroyên Lêkolîna Sûcên Rêxistinî” ve tê meşandin.
Ji bo Îmamoglu hatiye gotin ku ew “serokê rêxistinê” ye û hat îdiakirin ku ev rêxistin “karsazan neçarî dayîna pereyan dike, bi hinek karsazan re bi hev re dixebitin da ku bi awayekî neheq qezencê bikin, bi rêya kesên sexte kirîn û firotinê dikin û pereyên ku ji sûcan bi dest xistine spî dikin, ji bo veguhestin û berhevkirina pereyan kesên sivîl bi kar tînin ku wekî ‘qaseyên veşartî’ tên binavkirin.”
Lêpirsîna duyem
Li hêla din, li ser Ekrem Îmamoglu dest bi lêpirsîneke duyem jî hatibû kirin.
Di vê lêpirsînê de qala “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê hatiye kirin û wî bi rêya vê yekê “alîkarî daye PKK/KCKyê” û “sempatîzanên rêxistinê li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi cih kirine.”