Ehmedînejad ji Parlemanê hate qewirandin

 
Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad ji Parlemana Îranê hate qewirandin.

Dema ku Larîcamî li ser babeta rakirina destnedana wezîrê kar û refah û Kooperatifan Şeyxulîslam Evdirezaqî xeber dida, Serokkomar Ehmedînejad bê destûr û bi awayekî qubqube xeberdaye û xwestiye ku maytêkirina xwe deyne ser meselê, wezîrî biparêze. Lê belê serokê Parlemanê destûr nedaye Serokkomarî. Ew yek pir li zora Serokkomarî îçûye û piştre jî Serokê Parlemanê ew ji Parlemanê qewirandiye.

Jixwe ev ji demekê ve ye ku li Îranê şerekî siyasî yê desthelatiyê bi awayekî germ di navbera Elî Larîcanî û Serokkomar Ehmedînejad de didomîne.
Li Parlemanê çend car Ehmedînejad mafê axaftinê çendî ku xwestiye jî, lê belê serokê Parlemanê Elî Larîcanî maf nedayê û jê re gotiye: “Wa ye derî, riya te vekiriye û ji virê biqewire here…”

Piştre Serokkomar Ehmedînejad hin belge dane weşandin ku ango serokê Parlemanê Elî Larîcanî û birayê wî digel hin kesên ji malbata wî, desthelatiya xwe bi awayekî xirab bikar anîne û xisar dane dewletê. Lê belê Elî Larîcanî jî hin belge weşandine ku serokkomar Ehmedînejad bi mafyayê re kar dike û perê reş kom kiriye.

Lê belê ev rastî heye ku mirov zêde nikare ji siyasetvanên Farisan bawer bike. Belkî jî ew li pêşberê Raya Giştî wisa li dijê hev dipeyivin, piştre jî di quncikên tarî de bi hevûdu re şanenoş dibin…


A. Berhim Badik

Nerîna min :