Eger ne îro be, kengî?

Di van rojên ku hêviyeke xewnane bo kurdan wê lidar bikeve, ew jî kongira netewî ya kurd e. Gelek hêl hene, ev gava dîrokî bi wan nexweş e û dixwazin bi hemî şêweyan têk bibin, lê miletê kurd nema ew yê berê ye. Kurd îro lîstikvanên sereke di rojhilata navîn  û naverast de ne. Nehezên vî miletî  bi hemî şêweyan dixwazin astengan bo me durust bikin.

Rojavayê Kurdistanê îro devereke, ku nehezên gelê me, û bi taybetî, rêjîma Asaad, grûpên terorê ji Eniya Al-Nusra, Lîwai Islam, Dewlet al îraq û Al şam, bi hemî hêz û qirêjiya xwe derbasî  herêmê bûne û kuştina zarok, sinêl û gencên me, jin kal û têkoşer û canfedayê miletê me helal kirine.

Li hember van êrîşên hêzên reş û xwînmij, berxwedana xort û têkoşerên kurd berdewam e, lê li hêla din jî rêgirtin li ber tevlîbûna bi hezaran xort û keçan, yên bi rengê xwe, dixwazin beşdarî nav refên berxwedan û bergiriya vî miletî de bibin, dibe.

Eger îro û di van rojên teng de, daxwaza seydayê Xanî bo hevgirtin, hevrêzî, hevpejirandinê pêkneyê,  dê kengî  pêk bihêt? Ev pirsa legal em hemî ji xwe û ji hev dikin û pirs bi taybetî, bi hêla YPG/PYD ve diçe.

Îro, em hemî  dizanin, ku ev hêz(YPG/PYD) ji ber gelek sedeman (ku niha nedema behskirinê ye) ya mezin e. Eve realîte ye û ew kor e yê nebîne.  Ew hêza ya xurt e, barê herî giran radigire û berpirsiyariya herî mezin ya wê ye.

Kurdistana rojava, rojên xwe yên herî zor û hestiyar dibuhurîne, çu mafê kesekî û hêzekê tune ye, ku yê din li derve bihêle an jî bidûr bixe, çima  ku nekopiyeke ji wî. Li hêla din jî, ev îxanetkirin, girtin, kuştin û tunekirin, berê keştiya kurd dide helakê.

Ev hêz, grûp û kom û komikên heyî jî, nabe hemî têkçûnên xwe têxin hustuyên PKK/PYD/YPG de û bi vî rengî xwe ji ber berpirsiya dîrokî bidin alî. Kurd ên rojava, bi hemî çîn û tiwêjên xwe ve, berpirsiyariya dîrokî (her yekî li gor hêza xwe) ya vê qûnaxê hildigirin.

Civaka kurd, pêdivî bi wan mirovan nîne (kî be bila bibe), ku kurdan dûrî hev bike û wan bi tiştên vala mijûl bike. Her mirovek, girûpek û hêzek dizane, ku barê rojavayê Kurdistanê, bi tena xwe nikare hilgire, ne tenê wesa jî, belê bar giran e, plana li dijî kurdan, tirsnak û mezin e, lew ra em pêdivî alîkariya birayên xwe yên parçeyên din in. Belkî ji wilo mezintir û bêhtir, em pêdivî bi peydabûna dost û hevalên biyanî ne jî, ku alîkariya me li ser asteya dezgeh û saziyên navnetewî bikin.

Çendî em eniya nav xweyî bihêz bikin, em dê dostan jî pir bikin. Yekîtiya me kurdan kilîta serketina me ye. Rûdanên li vir û li wir yên nebaş û diltezîne dibin, xizmeta pirsa me nakin. Planên yeklayane hêzê kêm dike û mîkanîzmên hevgihandinê qels dike. Sersarî  û peydabûna mihnan bo nekarkirinê jî karesetan tîne serê miletê me. Ev dem ya şêwir, lêkolîn, plandanan û pêkanînê ye.

Buyer zû diqewimin, rûdan pirr in û encam xerab in, lew ra, tenê rêka yekgirtin, rêzgirtin, hevpejirandin û hevbendiyê li pêş me heye

Ta ku ev qûnax bi kêmtirîn ziyan bibhur e ez van pêşniyaran dikim:

1.    Desteyek nû ji aqilmendên Kurdistanî û dostên herî nêzîk yên miletê kurd bête pêkanîn, erkê wê kemûkuriyên heyî bikole û pêşniyarên xwe bo 2 bike

2.    Pêkanîna desteyeke nû ku bibe berpirsê birêvebirina rewşa rojava, ku ew jî ji aqilmend, leşgerzan, aborîzan, mafnas û rewşenbîran pêk bihêt û erk li gor beşan belav bibin.

3.    Avakirina komîteyekê kesên birastî  tenê layangirê gel û miletê xwe, ne partî û saziyan, bo şopandina kar serbiser û dana pêşniyaran bo 1 û 2 bo çareserkirina arîşeyan.

4.    Avakirina çend yekîneyên leşgerî  nû û rêhana wan bi şêweyekî moderin, tenê bo berjewendiya kurdewariyê û dibin sîbera 1 û 2 de.

5.    Destpêkirina karê hevbeş, yê siyasî, sivîl, diplomasî  Pêk ve li derve û ew jî bi hebûna kesên pispor. Pêdiviye ew xudan biryar bin. Tiştekî baş e, sûdê ji têkiliyên mirovên kurd yê parçeyên din û saziyên wan bikin û şêwra xwe bi dostên gelê kurd bikin.

6.    Helametên mezin bo daneheva alîkariyê bo rojavayê Kurdistan, hem ji revenda  kurd û hem jî ji saziyên welatên revenda kurd lê dimînin..

7.    Avakirina saziyeke mîdiyayî  ji pispor û zaneyan û destpêkirina rêxweşkirina çûna rojavayê Kurdistanê bi mebesta belavkirina rastiya, li ser êşa gelê me û peydakirina sampatiyê bo doza gelê kurd li vî parçeyî.

8.    Negirtina rê li ber her taqekesekî, ku bixwaze bi tena xwe û bi rengê xwe xizmeta  gel û niştîman xwe bike, belkî  berovajî  wê piştigriya wî bête kirin û rê ji destpêşkeriyên tekane re bête vekirin.

Di dawî de jî dibêjim: – me kurdan gelek nehez, eger ez nebêjim dijmin hene, em pêdivî çêkirina dosta ne û dost tenê bi tolerens û hezkirina me ji hev re û rêzgirtina me ji bîr û boçûnên cuda re peyda dibin.

Bila Amûdê dubare nebe û berxwedana gelê kurd bi yekdil û yekdest gurtir bibe, bo pêkanîna aştiyê û bidestxistina mafan.

 

Tengezar marînî

 

 

Nerîna min :