Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê pîroz be
Îro li Diyarbekirê roj ji hemû rojên din cuda bû. Ciwanên Kurdistanê bi nave Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê komeleyek vekirin.
Ciwanan vekirina komeleya xwe bi konferansek rojnemevanê ragihandin. Herweha armanca kar ku bikin jî zelal kirin. Serokê Komeleyê Serhat Merdînî di daxuyaniya xwe de got: Tu girêdana me tu partiyek siyasî re tuneye. Em serbixwene. Em li ser bîr û baweriyên Mele Mistefa Barzanî dimeşin.
Li gora daxuyaniya wan, ew felseyfeya xwe, nêrîna xwe ya jiyanê Barzaniyê nemir werdigrin û ewê hewl bidin bi kirin û hêza xwe bibin layîqê wî navî. Ji ber vê yekê li avahiya komeleyê ev dirûşma Barzanî li ser dîwar hatiye nivîsandin: “Di şikestinan de bêhêvî nebin, di serkeftinê de jî ji ser xwe ve neçin”.
Cîgirê Serokê Giştî yê Tevgera Ciwanên Kurdistanê Roger Çager jî destnîşan kir xetên wan ên sor hene û ev jî ziman, ax, al û welat e. Çager, destnîşan kir ew ê bi polîtîkaya xwe civaka kurd li hemberî xapandinê hişyar bikin û hewl bidin hişyariya neteweyî di nava civakê de şax vedin.
‘Divê jin li ser koka neteweya xwe mezin bibin’
Yek ji rêveberên komeleyê jî Besra Şik e. Li gorî gotina wê ew jî ji polîtîkaya jinên kurd ên di partiyên din de aciz e. Li gorî baweriya wê jinên di partiyên din de ji kurdbûn, orf û adetên kurdayetiyê dûr ketine û ji ber vê yekê wê tercîha xwe di vê komeleyê de kiriye. Besra Şik, destnîşan kir ew ê jî bi nêrîneke din a jinan derkevin pêşiya gel û ew dixwazin jinên kurd li ser koka neteweyî û kultura xwe bimeşin.
Li dîwarekî din ê komeleyê jî gotina “Kurdon! Malxirabno! Yan nebêjin em kurd in an jî bi kurdî biaxivin” a Celadet Bedirxan cih digre.
Wêneyên Şêx Seîdê Pîran, Qadî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî jî li ser hemû tabloyan hatine daliqandin. Li avahiyê wêneyê Leyla Qasim jî nehatiye jibîrkirin.
Vekirina Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê îro rojeva siyasî li Diyarbekirê guherand û bi tabelaya KURDISTAN avahiya Komeleyê xemilandin.
Ev cara yekem e li Tirkiye û Bakur dezgehek bi nave Kurdistanê tê vekirin. Hêjî bi fermî ji aliyê dezgehên dewletêve nave Kurdistanê nehatiya pejirandin. Lê di rastiyê de ya girîng ew gave ku ciwanan avitiye.
Tiştek mirov zêde li ser vê gava hêja û dîrokî bêje tuneye. Bila nave Kurdistanê li Diyarbekir pîroz be..Hêviya serkeftina van gencan dikin.. Xwedî derketina nirxên netewî bihayê herî mezine. Li Bakur kemasî û valehiya herî mezin windabûnû û ne xwedî derketina nirxên netewîne.
Lê vaye ciwan hewl didin vê valehiyê tejî bikin. Komela we li we û gelên Kurdistanê pîroz be.
Avakirna nave Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê di medya Tirkiye de cihek gelek mezin girt. Medyayê girîngiyek mezin da daxuyaniya ciwanan.
Dema mirov li sosyal medyayê berçavre derbas dike dibîne ku vekirina vê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê çikas bi keyfa xelkêye. Hêvi ewe hun bibin dengê kurdên bê deng…
Serkeftina we daxwaziya meye.
Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê pîroz be
Rojeva Kurd
Hinek lînken ku di medya Tirki de derketin:
http://www.haberler.com/turkiye-de-ilk-kez-kurdistan-adiyla-dernek-kuruldu-4928438-haberi
http://www.cumhuriyet.com.tr/?hn=434072&kn=7&ka=4&kb=7
http://www.turkiyegazetesi.com.tr/gundem/62133.aspx
http://www.haber3.com/diyarbakir39da-kurdistan-genclik-hareketi-dernegi-kuruldu-haberi-2132848h.htm
http://m.ensonhaber.com/haber.php?id=256074
http://www.radikal.com.tr/turkiye/diyarbakirda_ilk_kurdistan_tabelasi-1145663
http://www.baskalenews.com/haber/diyarbakirda-ilk-kurdistan-tabelasi-2778.html
http://vagus.tv/2013/08/11/ilk-kurdistan-tabelasi-diyarbakira
http://www.medya56.com/diyarbakirda-ilk-kurdistan-tabelasi.html
http://www.yarenturkhaber.com/haber/330260/turkiye-ye-ilk-kurdistan-tabelasi-acildi.html
http://www.aktifhaber.com/diyarbakirda-kurdistan-tabelasi-836575h.htm
http://www.merhabahaber.com/diyarbakirda-ilk-kurdistan-tabelasi-125679h.htm
http://www.turktime.com/haber/Diyarbakir-da-Ilk-Kurtce-Tabela-/241509
http://www.haberinvakti.com/siyaset/turkiyede-ilk-kez-kurdistan-adli-bir-dernek-kuruldu-h32290.html
http://www.demokratgebze.com.tr/diyarbakirda-ilk-kurdistan-tabelasi-144809h.htm
http://www.gazete5.com/haber/kurdistan-tabelasi-351719
http://www.olaygazetesi.com.tr/haber/guncel/kurdistan-kimlikten-sonra-tabelada-166158.html
http://www.haberboyut.com/diyarbakir-da-ilk-kurdistan-tabelasi_h20071.html
http://www.semdinlihaber.com/guncel/kurdistan-genclik-hareketi-dernegi-acilisi-yapildi-h14304.html
http://www.mardinarena.com/kurdistan%E2%80%99-adi-bulunan-tabela-asildi-4439.html
Hinek wene ji vekirina Komeleyê:
/