Eger hilbijartin îptal bibibe
Dezgehê Bilind a Hilbijartinê (YSK) îro ji bo biryara dawî di derbarê hilbijartinên şeredariya Stanbulê de bide, dicive. Li ser biryara ku YSK bide ji niha ve gelek senaryo tên gotubêj kirin û herkesek ji aliyê xwe ve biryara ku hêja nehatî dayîn şirove dike.
YSK mimkine hilbijartina iptal bike, hilbijartina Stanbulê bê iptalkirin dê YSK biryara ku kengê cardin hilbijartin çêbibin jî bide. Li himber biryara YSK helwesta CHPê û partiyên muxalefetê gelek tê minaqeşekirin.
Muxalefet dê biryara YSK a yê, ya iptalêkirinê ne yasayî bibîne û dê vê yekê wek biryarek ne huqiqî nav bike. Lê gelo dê hêlwesta muxalefetê tenê rexnekirina vê biryarê be, yan jî dê hilbijartinên cara duyem bibe boykot bike? Herweha CHP û partiyên din dikarin xwe ji parlementoyê jî bidin aliyekî.
Ji aliyek din ve YSK dikare serlêdana AK Partiyê ya ji bo iptalkirina hilbijartinê red bike. Lê YSK dikare belgenameya Ekrem Îmamoglu ji bikşînê û dewsa wî de belgenemeyê bide berbijêrê AK Partiyê Bînalî Yildirim.
Eger YSK a hilbijartinê îptal bike , yan jî belgenameya Îmamoglu jê bistîne, helwesta CHPê û muxalefetê girînge. Na eger ji xwe daxwaziya AK Partiyê red bike, vêca helwesta desthilatê û Erdogan giring e.
Tirkiye ketiye di nava pêvajoyek gelek taybet de, rewşa darayî ne başe û çikas diçê ber bi xirabiyêve diçe. Siyaseta derve ya Tirkiye di nava tengasiyek mezin de ye hêdî nikare xwe biletptîne. Di ser de jî biryarek ya dezgehekî wek Dezgehê Bilind a Hilbijartinê rewşa heyî aloztir dike.
Niha li ser ihtimala minaqeşe kûr û berdewame. Lê dê îro YSK biryara xwe bide û hêdî dê helwesta aliyên siyasî li himber vê biryarê bê gotubêj kirin.
Nûçe/Analîz