Polîtîk

PKK bi alîkariya Heşda Şeibî rewşa Şingalê aloz kiriye

Berpirsê Şaxa 17 a PDK li Şingalê Qadir Qaçax ragihand, PKK rêgiriyê dike li îdareya bajêr ku karê xwe û avedaniyê bike. Herwiha dibêje, PKK destê xwe xistiye destê girûpeke Heşda Şeibî û rewşa Şingalê aloz kiriye.

Qadir Qaçax ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK rêgiriyê dike li îdareya bajêr. Ji rêxistina Xêrxwazî ya Barzanî û heta bi dezgeh û rêxistinên din ên mirovî di bin gefa PKKê de nikarin xizmeta Şingalê bikin. Ji ber ku PKK destê xwe xistiye destê girûpeke Heşda Şeibî û rewşa aloz kiriye. Berê tenê li Sinûnê girift û pirsgirêk derdixistin, lê niha pêşketine û li gelek cihên din bi alîkariya Heşda Şeibî rewşa Şingalê têk didin.”

Qaçax wiha got: “Hikûmeta Iraqê berpirsa yekem e ji wê rewşa Şingalê re, ji ber ku wek çawa alîkariya Heşda Şeibî dike wisa alîkariya PKK jî dike, lewma jî rewşa Şingalê bi temamî aloz bûye û PKK bi hemû şêweyekê rêgiriyê dike li avedankirina Şingalê.

Back to top button