CîhanRojev

Eger destêwerdana derve di rewşa Ukraynayê de hebe, Rûsya dê dimildest bersivê bide.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn îro Pêncşemê danê sibê biryara destpêkirina operasyoneke leşkerî ya taybet bo parastina Donbasê li başûrê rojhilatê Ukraynayê ragihand.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn îro 24/2/2022an danê sibê di gotarekê de biryara operasyoneke leşkerî ya taybet ji bo parastina Donbassê ragihand.

Putin dibêje:Rûsya rê nade Ukrayna bibe xwedî çekên nukleerî. Plana Rûsya ya dagirkirina Ukraynayê nîne. Rûsya girîng dibîne ku hemû gelên Ukraynayê mafê wan ên çarenûsî hebe. Tevgera Rûsyayê bi binpêkirina berjewendiyên Ukraynayê ve ne girêdayî ye, lê ji bo parastina xwe ji wan kesên ku Ukrayna barimte girtine ye.

Putîn ji leşkerên Ukraynayê xwast, demildest çekên xwe deynin û biçin malên xwe û got: Divê guman li cem ti kesî çênebe ku kî êrîşeke rasterast li ser Rûsyayê pêk bîne, dê bibe sedema encamên xirab ji bo êrîşkaran. Eger destêwerdana derve di rewşa Ukraynayê de hebe, Rûsya dê dimildest bersivê bide. Rûsya di bin gefa berdewam a ji Ukraynayê ve, nikare hest bi ewlehiyê bike û bi pêş bikeve. Hewldanên Rûsyayê ji bo rêkeftina li ser berfirehnekirina NATOyê têk çûn û rewşa berfirehkirina wê hevpeymaniyê, xetertir bûye û êdî em nikarin bêdeng bimînin. Ji bo Amerîka û hevalbendên wê, ev siyaseta ragirtina (Containment Policy) Rûsyayê ye, lê ji bo me ew gefeke rasteqîne ye li ser hebûna dewletê. Mirov nikare bê dilsojî li jenosîda ku li Donbasê diqewime binêre. Rûsya rêzê li serweriya welatên ku piştî Sovyetê ava bûne digre û Kazakistan jî mînaka vê ye.

Back to top button