Siyasetmedarên rojhilat navînî tevî ciyawaziya cîgehên wanî serkotker xwe radestî têgehên mîkafîliyê beloq dikin, dema pala xwe li ser çandek e rêxistinî pîlebazîker û reşepêş didin, armanca wêna bernametiya komar li ser ropartek e gelêrî ,rê dûz dike ji sabarkariya şaneyên qamebûyî û sermeşiqkirî, ji ramanên serwerê giyanî, pêşrewî bi kesayetên comî û lêvegerên olî, armanc ji vê yekê valakirina çi naverokek e bi wate, ji ber ku zanistdarî wek wateyekê ne wekî ku siyasetvanan li ser erdê bi cih tînin.
Û ev yeka bi temamî li ser xwedî lêvegerên olî pehhatî dibe, yên hemî ropartên rêncbûyî hilanîbûn ji berjewendiya bikaranîna wê li cengan de û ji bo armancên qezencî pêkbînin, di dema ku rêzanên buhara erebî pêşbirkekê li ser berhemanîna tundirewiyê her kes li gor cihê xwe dibînin, û çêkirina milhûriyên lawaz, ta bibin nimûniya herî xirabtir, dema em li ser milhûriyên çerxa bîstan li cîhana erebî de biramin, ev yeka encamên nakok dide me.
Di hevokek e tam de dicive û ewa pêkanîna xwesteka teqîna gewre ji gelên ku fêrî tewandin û serkotkirinê bi dehan salan bûn e, tiştê ku wê hîştibû veguhêz bibe li serdemên milhûriyên nû yên li ser qerebalix û belavbûna erdnîgariyê ava dibin, û karxistina tundirewiyê li nav bijardeyên ciwan de, ji ber rojhilata navîn bûye cihê komên çekdar û sedem vedigere ji serdesbûna siyasetvanên fêlbaz li ser movikên jiyana siyasî bi awayekî pir zêde, û ji dûrxistina xwedanê hizrên afrêner.
Dijminên mîkafîliyên nû – ger derbirên rast be – sûdê wedigrin, em dikarin bibêjin ku mîkafîliyên nû ewên ku mîkafîlî wekê me li ser xwendibû di pirtûkê Mîr a Nîqola Mîkafîlî 1 reşepêş kirin e , ewan rengek e reşker û beloq in jê, ji ber ku mîkafîliyê bi serdestbûnên xwe derbas kirin e , ji ber ku her tiştî bikaranîn bi awayekî xwînmij û pîs taku bighin armancê.
Bikaranîna her tiştî ji bo armancê xwe bi medyayê diyar dike, medyaya ku bûye ew aşa ku cengên meydanî birêve dibe, û zorê li ser jêderên nûçe û bandorkirinê dike, ew bû ye hola ku têde siyasetvan li ser hemî meydan û derbaran de hevrikiyê dikin.
Zikmaka her paşçûyînek e civakî vedigere li gendeliya sazkariya ramanî û bîrdoziyê têde û mayîna vê sistbûnê bê çareserî an hewildana guhertinê.
Rêber Hebûn
1- Nîkolo Dî Mîkiyafîlî 3 Gulanê 1469- 21 berçeleyê 1527, jiyan û mir li Filorensa, ramanyar û feylesofek î siyasî îtalî bû, di serdema rabûnê ye, pirtûka wî bi navê Mîr navdartirîn pirtûkên wî ye.