Polîtîk

Eger birayên me bicemidin emê biqerisin

Mukkader Menteş jinek kurde li Diyarbekirê dijî. Menteş ji bo arikariya koçberên Kobanê kampanyak arîkariyê destpêkir. Kampanya bi navê “ Eger birayên me bicemidin emê biqerisin“ Li gelek deveran xelkê bersiva  kampanyayê dan û bi sedan koliyên arîkariya ji bajarên cuda ji bo Diyarbekirê hatin rêkirin.

Kampanya berfireh bû. Mukkader menteş ji bo serkeftina kampanyayi arîkarî ji Tevgera Ciwanên Kurdistanê xwest. Ciwan hana Menteş çûn û arikariya hati hemû berhevkirin û belav kirirn.

Li ser vê yekê Menteş spasiya Ciwanên Kurdistanê kir û got:Ciwana bersiva banga min dan, şêv û roj koli ji terminala bassan anin û bi cih kirin.

Ciwan mal bi mal geriyan û arikarî belav kirin. Ez spasiya Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê dikim.

 

 

 

Back to top button