Eger azadî û demokrasî nebê pêşketin jî nabe

Bi çavdêrî û amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê konferansa xula 46 mîna Yekîtiya Zanîngehên Erebî dest bi karên xwe kir

Bi çavdêrî û amadebûna rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hola Şehîd Se’ed Ebdulla li Hewlêra paytext konferansa 46 emîn xula Yekîtiya Zanîngehên Erebî dest bi karên xwe kir.

Li rêwresma konferansê da Serokê Herêma Kurdistanê gotarekî pêşkêş kir, ji bilî bi xêrhatina mîhvanan ya bajarê Hewlêrê û bajarê dîrok, balkişand li ser kevnariya bajarê Hewlêrê, ku nêzîkî 8 hezar sale bi zîndî maye û zanistxwaz û zanayan himbêz kiriye û herdem li dijî dîktatoran rawestaye û îro jî şanaziyê bi mîhvandarîkirina vê konferansê dike û got: Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û paytexta duyema Iraqê îro wekî herdem mînaka pêkvejiyana neteweyî û olî û mezhebî bûye.

Serokê Herêma Kurdistanê dûpatkir, eger aramiya Herêma Kurdistanê û pêşketina zanistî û kultûrî nebûya ev konferans têda nedihat encam dan û got: Ji hemûyê jî girîngtir eger azadî û demokrasiyeta Kurdistanê nebûya, ev pêşketin nedibû ku xwe li hebûna çendîn zanîngeh û peymangehên pêşketî de dibînê ku bi zimanê Kurdî û Erebî û Tirkî û Îngîlîzîne.

Serokê Herêma Kurdistanê li gotara xwe de balkişand li ser dîroka xebata Kurd kir û ragihand: Dîroka xebata gelê Kurd herdem dûpat li jiyana hevbeşiya navbera gelê Kurd û Ereb û hebûna daxwaza hevbeş kiriye û diruşmên gelê Kurd jî herdem dûpat li ser demokrasiyeta Iraqê û ji bo pêkanîna xwest û daxwazên gelê Kurd kiriye. Eve jî li rastiyê de belgeyeke ji bo hebûna wê birayetiyê bi tîna li navbera her du gelên bira da, ku herdem Kurdistan malekî aram bû ji bo hemû demokrasîxwazek.

Paşê Serok Barzanî behsa rola Kurd li binyadnana Iraqa nû kir û got: Piştî rûxana rejîm serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê rola çalak li damezrandina dewleta Iraqê de dît li ser bingeha hevbeşî û tewafuq û bi cîhkirina destûr û bi damezrayîkirina dewleta Iraqê û parastina serbixweyiya dezgehên Hikûmiyan.

Di derbarê xebata Kurd yê mafên rewa de Serok Barzanî got: Kurd herdem li bergirîkirina mafê xwe mikure û tu demek jî wekî çawa li dîroka xwe da rê bi tu dîktatorek neda gelê wê ji nav bibe û wiha jî niha wê xebatê tundtir dike.

Her li gotara xwe de Serok Barzanî behsa karesata Helebçeyê ji bo mîhvanan kir ku çawa dijminên vî gelî xwestin ji nav bibin, lê belê ev bajar jî bûye sembola azayetiya Kurd.

Serokê Herêma Kurdistanê balkişand li ser meha Adarê li jiyana Kurd de û got: Meha Adarê, meha qedera Kurde, ji ber ku zêdetirê destkeft û karesatên wê li vê mehê de ye û her li vê mehê jî berî zêdetirê 2700 sal li roja Newrozê da li ser dîktatorîzm da serket.

Serokê Herêma Kurdistanê behsa çawayiya pêşxistin û girîngiya zanîngehan kir û got: Îro li Kurdistanê 25 zanîngeh û 24 peymangehên taybetmend hene, ku 12 zanîngeh hikumîne li gel 6200 mamostayên zanîngeh û 98000 xwendekarên zanîngehê û 2500 xwendekarên master û doktora, ji bilî wê 1600 xwendekar li derve li zanîngehên cîhanê da dixwînin.

Her wiha Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê dehan kanalê televîzyoniyên navxweyî û asîmanî hizbî û ehlî û azad heye ku bi azadî ve kar dikin her wiha çendîn holên şano û sînemayê têda heye ku rengdana jiyana îro ya Kurdistane.

Paşê ji aliyê Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî bi navê Yekîtiyê ve xelatek pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

Nêrînek

  1. “Eger azadî û demokrasî nebê pêşketin jî nabe”\r\n\r\nEz diwêm, ew hevoka têrûtujî li hawirderan bê daçiqandin, ango bê nivîsandin, bê darxistin.. Ez diwêm belkê hindik kesên gerdûnîyê jî diwe ku, nêzik merîtîyê biwin..

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: