Polîtîk

Edîpoglu: Daîş nefta Iraqê difroşe Tirkiyê

Mehmet Ali Edipoglu Parlementerê Tirkiyê yê ji bajarê Hatayê (CHP) da zanîn ku Daîş bi boriyên qaçax neftê dişîne Tirkiye û heta niha nêzîkî 800 milyon dolar neft firotiye.

Her wiha Parlementerê Tirkiyê daye zanîn ku “Daîş rêxistineke terorê ye û ew wiha dizanin ku çend mirovan bikujin wê biçin bihuştê. Raste ku niha Tirkiye li gel wan hevkariyê dike, lê belê ew rewş wê rojeke bibe bela serê Tirkiye. Tirkiye bi hevkarîkirina wan bi agirê dilîze. 

Edipoglu got: Berê jî Daîş nefta ku ji Rimêlan dianîn li Nisêbîn, Cizîr û Şirnexê difirotin. Heta niha 1500 ton nefta qaçax derbasî Tirkiye kirine.

 

Back to top button