Cîhan

“Êdî Xamineyî baweriya xwe bi kesî nayne”

Li gorî nûçeya Reutersê ku li ser jêderên wê Îranînin; Rêberê bilind ê Îranê Ayetullah Alî Xamineyî, nîgeran e ji ketina destên Îsraîlî di astên payebilind ên hikûmeta Tehranê de.

Rayedarekî payebilind ê Îranê got ku, piştî kuştina Nasrallah, Îranê ji bo ketina destên Îsraîl a muhtemel di nav Îranê de dest lêkolîna kiriye.

Xamineyî êdî baweriya xwe bi kesî nayne
Rayedar îdia kir ku piştî kuştina Nasrallah hem di navbera Tehran û Hîzbullahê de hem jî di nav Hîzbullahê de bêbawerî dest pê kir.

Çavkaniyekî din ê Îranî got ku Xamineyî “êdî baweriya xwe bi kesî nayîne.”

Xamineyî ji Nasrallah re got, “Were Îranê”
Rayedarekî din ê payebilind ê Îranê diyar kir ku Xamineyî çend roj beriya ku were kuştin rêberê Hizbullahê Hesen Nasrallah hişyar kiriye ku ji Libnanê derkeve.

Li gor berpirsekî pilebilind ê Îranê; Piştî êrîşa 17ê Îlonê ya li Lubnanê, ku tê de edawatên ku endamên Hizbullahê bi kar dianîn, teqiyan, Xamineyî lîwa Ebas Nîlforûşan, yek ji fermandarên payebilind ên Pasdarên Şoreşa Îranê, şand cem Nasrallah û bi rêya Nilforûşan, wî ji Nasrallah re got ku ew dixwaze nasrallah ji Lubnanê derkeve û werê Îranê.

Rayedarê Îranî diyar kir ku Xamineyî ji Nasrallah re ragihandiye ku raporên îstixbaratê hene ku Îsraîl plana kuştina wî dike û di nava Hizbullahê de ajanên Îsraîlê hene; Wî got ku Nilforuşan li gel Nasrallah bû dema ku sitargeha Nasrallah ji ber bombeyên Îsraîlê hat lêdan û ew jî di êrîşê de hat kuştin.

Back to top button