Polîtîk

Êdi bese darvekirina kurdan

Êdi bese darvekirina kurdan
Bang û hawar ji bo xwîna kurda
Bang û hawar ji bo rûhmeta kurdan
Bang û hawar ji bo namusa kurdan
Bang û hawar ji bo mafê jiyana kurdan
Bang û hawar ji bo mafê jiyana mirovan

Birêzan:
Serokkomar Mam Celal Talebanî ,
Serokê herêma Kuristanê Mesûd Barzanî,
Û hemû Syasetmedar, Rêvebir û Rewşebîrên kurd.
Ez bi navê xwe, wek hunermendeki kurd, bi navê hest û wejdane xwe, bi nave kurdewariya xwe,
Banga we hemiyan dikim  ku hûn xwedi li mafê jiyana  kurdan derkevin, û daxwaza rawestina darvekirina  dîlên siyasî,  li rêvebirên dewleta Îranê bikin.

Êdi bese bê dengi,
êdi bese berjewendiyên biçûk û hermi ,iroj roja helwest danê ye ,
 iroj roja  xwdi lê derketinêye, êdi bese darvekirin.
bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin.

“ Mirovê bê deng û helwest bimîne xwe dike sûcdar ?“

Mîre Hêkan… Almanya..9. 5 .2010

Back to top button