Helbets:Bîna xewnê min kirin
BÎNA XEWNÊN MIN KIRIN
Kurdyar Dirê,î
Sehên
di ber mala me re
derbasbûn
dizanim
bîna xewnên min kirin
û çûn ;
min nas kir
ji îrode mêvanim
li ba te dayê
demeke…
bîneke…
rojeke…
dê hestiyêd min
wê li hev par bikin
de were dayê
çavê xwe
diçave min xîne
ta têr bibim
ji bengîniya
çem …
kanî …
zozan … û
sibehiya bejna te
av jeniyê bikim
di kûrahiya
azerî…
ahîn…û
hêviyên te de
min bisoje
di germahiya
himbêza xwe de
sibehekê
mîna her sibehan
tê şiyar bibe!
li benda hatina
pêjna min bimîne
tu min nabîne…
di wê bihnê de
dibim xewnek
di wan
çavên birçî de
tev li xweydana
karkeran dibim
dibim sirûdek
liser zimanê zarokan
ji kolanên
tim bi tirs û saw
dê bifûre
bîna xewnê min.
ser bilind be dayê
mamosteyên kuştinê
ji xewnê min di tirsin ..
mirî me
ji bîna kulîlkên liser
gora min
dertên ditirsin …
Sehên
di ber mala me re
derbasbûn
dizanim
bîna xewnên min kirin
û çûn …