Barzanî beşdarî merasina konsolxaneya Rusiyayê bû
Duhî êvarê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê digel hejmarek ji berpirsên îdarî û siyasî yên herêma Kurdistanê, beşdarî di salvegera ragirtina cengê cîhaniya duyem û serkeftina Sovyeta kevin di wî şerî de, li konsolxaneya Rûsya li Hewlêr kir.
Di merasima salvegerê de, Vagîv Karîv konsolê Rûsya li herêma Kurdistanê gotarek pêşkeş kir û wî di axaftina xwe de got ku di bîranînên Rûsyayê de 9ê gulanê ciheke xwe yê taybetî heye û a ceng jî bi cengê netewiyê mezinê Rûsya tê zanîn.
Her wiha got: Bi dehan hezar kurda ji bo parastina Sovyeta kevin li wê cengê da beşdarî kirin û paşê jî medalyaya rêzgirtina cengê pê hate bexşîn.
Di beşeke dinê gotarê de behsa çûna Barzanî yê nemir bo Sovyeta kevin kir û got ku ew kurdên bi Barzanî re bûn wê demê gelek ji wan li Yekêtiya Soveytê xêzan pêkanîn û niha jî ew bi xêzanênê xwe yên rus ve, vegeriyane Kurdistanê