Divê hovîtiya Rejîma Komara Islamî ya Îranê bê rawestandin!
Divê hovîtiya Rejîma Komara Islamî ya Îranê bê rawestandin!
Li gor ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, ÎRNA’yê di 9ê Gulanê de, 5 girtiyên Kurd li Girtîgeha Evînê ya ku li paytext Têhranê ye û wekê navenda şkenceyê tê zanîn, hatine dardekirin. Siyasîyên Kurd ku hatine dardekirin, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî Şêrîn Elem Hûlû û Mehdî Eslamiyan in ku ji ber doza PJAKê hatibûn girtin.
Li gor nûçeyan çend girtîyên din jî di bin tehdîta dardakirinê de ne. Ev şerma însanetîyê ye, divê îdam bên rawestandin.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) bi tûndî îdamkirina siyasiyên kurd şermezar dike.
Em bi hêvî ne ku, Hikûmeta Swêdê, NY, YE û hemû dezgehên navneteweyî yên sivîl û însanî bi eşkere li hemberî van kirinên rejîma Îranê helwest werbigrin da ku ev hovîtî bê rawestandin û girtiyên din neyên îdamkirin.
10.05.2010
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê