Hêdî dayik naxwazin zarokên wan bêne kuştin

Hêdî dayik naxwazin zarokên wan bêne kuştin

Eve demek e, li Tirkiye gelek tişt eşkere têne minaqeşekirin, hinek axftinên telefonî di navbera efserên bilind yên hêzên çekdraên Tirkiye hatin belavkirin, rojane hinek belge di derbarê helwesta leşkeran de têne belav kirin.. Hêdî vekirî xelk şerê qirêj naxwaze.

Berê dema termê leşkerekî dihat, dê û bavên wî, digotin, “ Bila Niştiman saxbe“, “ Em hemû di rêya parastina welat de canên xwe didin“, “ Kurek din yên mi heye bila ew jî qurbana welatê xwe be“ û bi vî awayî gelek gotin dihatin kirin . Leşkeran jî xwe bi van gotinan serbilin dikir û digotan “ Em  jî zaroyên wene“.

Lê dema  hat eşkerekirin ku, gelek leşker bi mayinên fermandarên wan bi xwe danîn hatine kuştin û gelek bûyer, ji sedema ihmalkariya berpirsiyarên leşkeran hatinê pêş, helwesta xelkê jî bi piranî hate guhertin.

Leşkerên têne kuştin tirkin û kurdin, piraniya wan zarokên feqîrane. Li ser xwîna wan jî siyaset û ticaret bi hev re tê kirin. Ji bo vê û gelek pirsên din hêdî dema cenazeyên leşkeran radikin  xediyê cenaze rê nade ku efser wek berê amade bibin. Hêdî xelk dibêjin bese bila ev xwîn hew bête rijandin.
 
Li gora hinek pisrporên siyasî, eger berdewamî cenazeyê leşkeran were ,hêdî wê general jî nikaribin di rewresmên rakirina cenaza de amade bibin û dê bêne protesto kirin.

Di nav kurdan de jî kesek naxwaze xebera kuştina zarokên xwe seh bike. Hêdî bi awayekî xelk li zarokên xwe xwedî derdikevin û naxwazin wek heta niha , zarokên wan bibin qurbana berjewendiyên hinekan yên siyasî û bazirganî.

Nerîna min :