Li gora Çolaşan dê Ak-Partî bête girtin

Cîgirê serokê Daniştayê (Dadgehek Bilin) ya kevinTansel Çolaşan di axftina xwe ya panela “  Guhertinên Destûrî“ de got ku, Ak-Partî vê destûrê diguherê da ku newê girtin. Tansel di axaftina xwe de got: “ Ak-Partê dixwaze gelek karên dijê cumhuriyetê bike. Lê ji tirsa girtinê heta niha nikariya gelek bi keyfa xwe tiştan bike. Niha destûrê diguherê da ku hêdî newê girtin û li gora xwe guhertina li dijê cumhuriyetê bike.“ Çolaşan  berdewambûna axaftina xwe de got ku, wê Ak-Partî bite girtin û ew ji girtinê xilas nabe.

Tansel Çolaşan jina rojnemevan Emin Çolaşan e. Herweha kesên din jî, yên ku panelê de axaftin kirin, Ak-Partî bi dijitiya kemalizmê itham kirin û gotin ku, karê ev hukumet dike dixawaze cumhuriyetê xira bike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: