
Li gorî agahiyan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di 3yê Çileyê de li Venezuelayê “operasyoneke berfireh” da destpêkirin û Serokê wî welatî Nicolás Maduro girt. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Maduro û jina wî, Cilia Flores, “hatine girtin û ji welêt hatine derxistin”, di heman demê de hikûmeta Venezuelayê êrîşan wekî “êrîşa leşkerî” bi nav kir û rewşa awarte ya neteweyî ragihand.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, îdia kir ku li Venezuelayê “operasyonek mezin” hatiye kirin û Serok Nicolás Maduro û jina wî Cilia Flores “hatine girtin û ji welêt hatine derxistin”.
Nûçeyan di çapemeniya Amerîkayê de diyar kirin ku operasyon ji hêla Hêza Delta, yekîneyeke elît a artêşa Amerîkayê ve hatiye kirin û di dema êrîşan de li Caracas û deverên cuda yên welêt teqîn hatine bihîstin.
Hikûmeta Venezuelayê daxûyakirin ku, Maduro jinawî û cigirê wî naxweyên û em nizanin saxin yan na.Hukumeta Venezuella daxwaza delîlan di derbarê saxîya Maduro dike.


