
Rageşiya di navbera DYA û Îranê de gihîştiye astek nû. Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) vê hefteyê ragihand ku wan pêla sêyemîn a êrîşên asmanî li dijî Îranê pêk aniye, êrîşê bi qasî 140 hedefên leşkerî kirine.
Daxuyaniya CENTCOMê nîşan da ku êrîş di bersiva êrîşeke li ser keştiyeke bazirganî li Tengava Hurmuzê de ne.
Li gorî daxuyaniyê, hedef baregehên mûşek û dronan, hêmanên deryayî, depoyên cebilxaneyê, torên ragihandinê û xalên çavdêriya peravê di navxwe digire.
CENTCOMê diyar kir ku di operasyona sê şevî ya vê hefteyê de heta niha zêdetirî 300 hedef hatine lêxistin, û got ku armanca van operasyonan ew e ku kapasîteya Îranê ya êrîşkirina keştiyên sivîl û bazirganî yên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibin qels bikin. Daxuyanîyê destnîşan kir ku trafîka keştiyên bazirganî li Tengava Hurmuzê, ku rêyeke krîtîk e ji bo bazirganiya deryayî ya navneteweyî, berdewam dike.
Ajansa Nûçeyan a Fars, ku bi têkiliyên xwe yên nêzîk bi Pasdarên Şoreşa Îranê re tê nasîn, bi îdiaya Saberin News, îdia kir ku Îranê gelek mûşek avêtine hedefên li Qeter û Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, û ev mûşek bi serkeftî li hedefên wan ketine. Di raporê de tê îdiakirin ku teqîn li baregehên leşkerî yên Amerîkî li her du welatan berdewam dikin.
Di heman demê de, çavkaniyekî ku, ji Reuters re axivî ragihand ku li Doha, paytexta Qeterê, teqîn bihîstiye û hikûmeta Qeterê hişyariyên ewlehiyê ji telefonên desta yên welatiyan re şandiye.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, IRNA, ragihand ku li Kuweytê teqînên bi deng bihîstiye, ku li hin deverên Iraqê jî hatine hîskirin. Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku hin dezgehên medyayê gelek teqîn li Urdunê ragihandine.


