Cîhan

DYA Husîyan bombebaran dike

Hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Amerîkayê 6 êrîşên asmanî li dijî parêzgehên Marib û Amran ên Yemenê pêk anîne.

Li gorî nûçeya televîzyona El Masîra ya Hûsiyan li Yemenê, artêşa Amerîkayê 4 êrîşên asmanî li dijî navçeya Medgal a Maribê û 2 êrîşên asmanî li dijî navçeya Harf Sufyan a Amranê pêk anîne.

Piştî êrîşan, derbarê hejmara qurbanî û birîndaran de ti agahî nehat dayîn.


Hûsiyan di 7ê Adarê de di daxuyaniyekê de ragihandin ku wan 4 roj dem dane Îsraîlê da ku rê bide alîkariyê ku bikeve Xezeyê, an jî heke rê nede, ew ê operasyonên deryayî yên li dijî Îsraîlê ji nû ve bidin destpêkirin.

Ji aliyê din ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump di 15ê Adarê de di daxuyaniyekê de li ser platforma Truth Social diyar kir ku wî ferman daye artêşê ku “êrîşek mezin” li dijî Hûsiyan li Yemenê bidin destpêkirin.

Hat ragihandin ku piştî 15ê Adarê, Amerîkayê li Yemenê zêdetirî 1000 êrîşên esmanî pêk anîne, di encamê de 217 kes hatine kuştin û 436 Yemenî jî birîndar bûne.

Back to top button