CivakRojev

Du zarokên wendabuyî ya Êzdiyan li gel şanda Herêmê ji Tirkiye vedigerin

Piştî çendîn salên veqetandina ji malbat û kesukarên xwe, îro în 04/09/2020 du zarokên Êzdî ku xûşk û birane û Da’îşê revandibûn, li gel şanda birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li serdana xwe ya Enqerê, vegerandin Herêma Kurdistanê û li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê radestî kesukarên wan kirin.

Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Êzdî ya ser bi Nivîsîngeha Serok Nêçîrvan Barzanî, nêzîkî zêdetirê sê sale kar li ser keys û dosyeya van du zarokên Êzdî dike û piştî hewleke zêde û bi hevkariya xêrxwazan û aliyên peywendîdarên Hikûmeta Tirkiye, karîn peyda bikin û piştî temamkirina rêkarên wan yên yasayî, vegerênin Herêma Kurdistanê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Nivîsîngeha Serok Nêçîrvan Barzanî spasî hewl û keda wan hemûyan dike ku li vê babetê da hevkar bûn, her wiha spasî aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Tirkiye dike ku yarmetîder bûn li pêkanîna muameleyên fermî û zû birêkirina rêkarekan bi awayek ku îro karîn vegerênin Herêma Kurdistanê.

Back to top button