PolîtîkRojev

Şanda Kurdistanê du zarokên Êzdî ji Tirkiye vedigerînin Kurdistanê

Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Êzdiyan ya ser bi Nivîsîngeha Serok Nêçîrvan Barzanî ragihand ku îro în 04/09/2020 du zarokên Êzdî ku xûşk û birane û ji aliyê Da’îş ve hatibûn revandibûn û paşê ew biribûn Tirkiye, li gel şanda birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Enqerê, vedigerin Herêma Kurdistanê û li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê radestî kesukarên wan dikin.

Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Êzdiyan ya ser bi Nivîsîngeha Serok Nêçîrvan Barzanî, da zanîn ku nêzîkî zêdetirê sê sale kar li ser dosyeya vegerandina van du zarokên Êzdî dikin û piştî hewleke zêde û bi hevkariya aliyên peywendîdarên Hikûmeta Tirkiye, wan karîne van zarokan peyda bikin û piştî temamkirina rêkarên wan yên yasayî, li gel şanda Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê ji Tirkiye vedigerin Herêma Kurdistanê.

Her wiha berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Êzdiyan ya ser bi Nivîsîngeha Serok Nêçîrvan Barzanî spasî hewl û keda wan hemû kesan dike ku li vê babetê da hevkar bûne, her wiha spasî aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiye dike ku ji bo birêkirina rêkaran alîkar bûne.

Back to top button