PolîtîkRojev

Serokê Kurdistanê û serokkomarê Tirkiye civîyan

Civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li koşka serokomariya Tirkiyê li Enqerê bi dawî hat. Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, civîna navbera herdu serokan demjimêrek û 15 xûlekan dom kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser daxwaza Recep Tayyip Erdogan îro serdana Tirkiyê kir.

Berî civîna bi Erdogan re, Nêçîrvan Barzanî danê sibê û di demjimêr 09:30 de li Enqerê li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî civiyabû.

Di xweyê ev serdana Barzanî ji bo ku qonaxek gelek zîz de pêkhatiye, dê bibe babetek sereke yê rojeva siyasî û dê piralî bê nirxandin.

Li civînê de tekez li ser xwestên du aliyaneya ji bo pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiye, bi taybetî berfirehkirin û bilindkirina asta danustandina bazirganî û alîkarî û hevbeşa aborî kirin. Her wiha tîşk xistin li ser derfeta kar û veberhênana Tirkî yên li kertên cûda cûdayên Herêma Kurdistanê da.

Her du alî di derbarê belavbûn û rûbirûna pejika virusa Koronayê û encamên de axivîn, li vî derbarî de jî birêz Serokê Tirkiye dûpat kir ku welatê wan ji bo hemû cûre yarmetîdan û hevkariyeke Herêma Kurdistanê amadeye û hemû pêdiviyên tendirûstî û pizîşkî pêşkêş dikin.

Li mijareke dinê civînê de behsa guftûgoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê û hengavên dawî yên ji bo çaresekirina kêşeyan û aloziyên tixûb kirin. Her wiha rewşa giştiya Iraq û hewlên wê yên ji bo rûbirûbûna metirsiyên Da’îşê xistin ber behs û guftûgoyan.

Pêşhatên dawî yên rewşa navçeyê bi giştî, hewlên ji bo aramiya navçeyê û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîngbûn, mijarên dinên civînê bû.

Back to top button