Du saliye rojê 40 cigara dikişîne

Li Indonezya  zarokek ku temenêwî du sale, rojê du paket cigare dikşîne. Ardî Rizal 18 saliya xwe de dest kişandina cigarê kiriye.  Babê Rizal dema ku temenê wî 18 mehiye cigareyekî dide destê wî û ji wê rojê pêde Rizal dibe tiryakiyê cigarê.

Çend caran babê wî hewldaye ku Riza ji dev kişandina cigarê berdê lê serneketiye. Niha jî wezareta parastina malbat û zarokan di derbarê babê Rizal de lêpirsîn vekiriye. Li gora daxûyaniya wezaretê, wan weneyê Rizal yê ku cigarê dikişînê di Youtubê de dîtine û li ser vê yekê dest lêpirsînê kirine. Malbata Ardi li gundekî girava Sumatrayê ye.
Babê Ardil dibêje ku, tendirustiya kurê min di cihdeye û ez tu problemê cigara kişana wî de nabînim.

Nerîna min :