Polîtîk

Çankaya gotinên Halis tekzîp kir

Dema serokkomarê Tirkiye Gul serdana Kazakistanê kirî parlementerê BDP-ê yê Dersimê Şerafettin Halis jî li gel heyeta ku li Gul re tevlî vê serdanê bibûn cîh girtibû. Li ser rewşa Tirkiye axaftinek di navbera Gul û parlementerê BDP-ê re derbas dibe. Li gora ku Halis ji bo hinek malperên kurdî ragihandî, serokkomarê Tirkiye Gul ji Halis re weha gotiye: “ Ez tim dibêjim li Tirkiye  pirsgirêka kurd pirsgirêka herî girînge.Ji bo çareskirina vê pirsê divê herkes berpirsiyariya xwe bi cîh bîne. Divê kurd bi xwe jî gavên erênî ji bo ku xizmeta çareskirinê bike bavêjin. Lê gerek kurd hesasiyetên Tirkiye jî li ber çavan bigrin. Di nava dezgehên dewletê de jî hinek li dijê çêkirina operasyonanin.Leşker jî gelekî ne dilxwazin ku operasyonan çêdikin.“

Li ser vê beyana parlementerê BDP-ê  ji Qesra Çankaya daxûyaniyek hate belavkirin. Di vê daxûyaniyê de tê gotin ku, Gul ne bi wî awayê Halis dibêje kiset kiriye. Mimkine gotinên Gul bi awayên cuda têne şirove kirin. Gul gotiye: “  Leşker ne ji mereqa xwe operasyonan dikin, ji ber ku teror heye leşker operasyona dike. Divê ji berî her tiştekî teror bisekine û bê deng bibe. Teror tunebê, operasyon jî çênabin. Ji bo çareseriya vê pirsê gelek hewldan hene, em dixwazin standartên demokrasiyê zêde bikin, dê hinge ev pirs jî hesanîtir çareser bibe.“

Back to top button