Civak

Du leşkerên Kurd di artêşa Sûriyê de hatin kuştin

 
Di roja Pêncşemê 06.05.2010an de malbata leşkerê Kurd Xebat Hesen Elîko, navê diya wî Esma ya û di sala 1991an li Efrînê ji dayik bûye, wergirt. Xebat Elîko li ser sînorê Sûrî û Iraqê erkê parastina welêt pêk tanî û ewî beriya çar mehan korsê xwe yê hevotî bi dawî anî bû. Hevalên wî ragihandin, ku ewî di dema berdana agir de di sînga xwe de û ji herdû aliyan ve (Çep û rast) pêrgî guleyan hatiye û herwiha lêdan di destê xwe de jî xwariye!

Di roja Înê 07.05.2010an de termê wî gihîşte gundê Enqelê, yê girêdayî navçeya Efrînê, lê hêzên ewlekariyê ne hiştin, ku malbata wî bi azadî wî binçax bike û rê ne dan, ku malbata wî nêrîna dawî jî lê bike. Mabata wî bawerî bi agahiyên çewt ên rayedarên artêşê nanîn, herwiha ji wan re ne hat xuyakirin, ku sedema berdana agir çi bû û şer bi kê re bû.

Herwiha di nîvê meha Avrêla 2010an de leşkerê Kurd Osman Mistefa Bozan, ku di 15.06.1989an de li gundê Qilêç Wêranê li Kobanî ji dayik bûye, jiyana xwe ji dest da û heya aniha ne hatiye naskirin bê sedemên mirina wî çi ne.

Bi kuştina van herdû leşkerên Kurd hejmar dibe 35 leşker, ku ji serhildana 12ê Avdara 2004an ve û heya aniha rûdanên kuştina wan di rewşine nepend de di artêşa Sûriyê de pêk tên û bêtir dibin. Heya aniha tu vepirsîn derbarê van rûdanan ne bûne.

 

(Soparo)

Back to top button