Her du çalakvanên Kurd ên endamên Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) ku roja pêncşemê li bajarê Qamişlo ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Sûriyê ve hatibûn girtin, îro (28.12.2013) hatin berdan

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê her du çalakvanên Kurd ên bi navê Mihemed û Ebdilhekîm el-Mehmûd îro li Qamişlo hatin berdan

Roja pêncşemê (26.12.2013) saet 10ê sibehê hêzên ewlekariya dewletê avêtibûn ser mala her du çalakvanên Kurd ên bi navê Mihemed û Ebdilhekîm el-Mehmûd û ew girtin

Mihemed serokê desteya rojhilatê Qamişlo ya TCKê ye û Ebdilhekîm jî bepirsê ofîsa aborî ya wê tevgerê ye. Peyamnêrê Rûdawê beriya niha ragihandibû ku di serdagirtina mala her du çalakvanan li taxa Erbewiye li nava Qamişlo de, hêzên ewlekariya dewletê dest danîn ser labtop û kel û pelên wan ên taybet

Di vê dema dawiyê de liv û tevgerên hêzên rejîmê li bajarê Qamişlo zêde bûne

Di 19ê vê mehê de hêzên ewlekariya dewletê berpirsê Rêxistina Demokrat a Aşûrî Gebriyêl Mûşê li bajarê Qamişlo girtin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e

Piştî wê bûyerê bi çend rojan jî, 6 kesên din ên Kurd li bajarê Qamişlo ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin girtin

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: