Cîhan

DSG ne PKK ye û em bi hev re dixebitin

Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) Tûggeneral Patrick Ryder ragihand ku rêxistina çekdar a bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (DSG) ku sîwana wê ji aliyê YPGê ve hatiye avakirin, ne PKK ye. Ryder di derbarê skandala eşkerekirina belgeyên Wezareta Berevanîyê de daxuyaniyek çapemeniyê da û behsa têkilîyên Amerîka û HSD jî kir.

Berdevk Ryder, got ku leşkerên Amerîkî bi hinceta şerê DAIŞê li Herêma Kurdistanê li gel Mazlûm Ebdî bûn.  Berdevkê Amerîkayê di civîna çapemenîya rojane de wiha got: “CENTCOMê bersiv da ku 3 leşkerên Amerîkayê bi Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî yê ku hefteya borî li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bû hedefa êrişa esmanî, bûn.

Tûggeneral Patrick Ryder got: “Em ji sala 2014an û vir ve bi HSDê re hevkarîyê dikin.Têkilîya me ya demdirêj bi wan re heye. Ew ne PKKî ne. Ji bo têkbirina DAIŞê em bi HSDê re hevkarîyê dikin. Em demek dirêj e operasyonên hevpar dimeşînin”.

Back to top button