Civak

Mazlûm Ebdî: Em hêvî dikin ku tev li artêşa Sûriyê bibin

Fermandarê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, doh bi çapemenîya Erebî El-Şerq re hevpeyvînek kir. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, hêvîya xwe anî zimên ku QSDê di pêşerojê de li gorî danûstandinên bi Tirkîyê re ji bo “dawîkirina dagirkerîya xwe ya li ser xaka Sûriyê” tev li artêşa Sûrîyê bibe. Ebdî, ji El-Şerq re got ku “HSD bi rêjîma Sûrîyê re heye û dixwaze wan pêş bixe”, lê “Rejîma Sûriyê di vê mijarê de nêzîkî lihevkirinê nîn e”.  Fermandarê HSDê Ebdî, herwiha got: “HSD beşek ji hêzên Sûrîyê ye û beşek ji sîstema berevanîya xaka Sûrîyê ye û hêzek pêwîst e. Hejmara çekdarên wê ji 100 hezarî derbas dibe“.

Asayîkirina têkilîyên bi Şamê re

Ebdî, bi berdewamî anî zinên û got, “Her nîqaşên li ser çareserîya Sûrîyê bên kirin, divê QSDê di ber çavan re derbas bike û me ev yek ji dewleta Sûrîyê û koalîsyona navneteweyî re ragihand. Hêzên Sûrîyeya Demokratîk têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê didomîne û wê bidomîne. Eger nebe, emê her çareserî û lihevkirinekê qebûl bikin”. Di derbarê gavên ji bo asayîkirina têkiliyên navbera Tirkiye û Şamê de jî Ebdî got, ” Heta ku dagirkerî berdewam bike gelê Kurd li dijî asayîkirina li ser hesabê xwîna xwe ye”. Ebdî her wiha got, “Dewleta Sûrîyê niha ji bo çareserîyek ku li gorî berjewendîyên gelên Sûriyê be, amade ye”.

Mercên muzakereyên bi Enqereyê re

Dema ku ji bo têkilîyên bi Tirkiyê re hat pirsîn, Ebdî li dijî “her rêkeftina ku destê Enqereyê li Sûrîyê azad bike û xwîna Hêzên Sûrîya Demokratîk birijîne” rawestiya û got, ” Bi şertê ku dawî li dagîrkirina axa Sûrîyê bîne em amade ne bi Tirkîyê re danûstandinan bikin. Tirkîyê axa me dagîr kiriye û gelê me ji Efrîn, Serêkanîyê, Tel Ebyadê derdixe. Lê eger ji bo bidawîkirina dagirkerîyê, guhertina demografîk û rawestandina êrîşên xwe yên li ser gelê me amade be bi me re diyalogê bike, em amade ne bi Enqereyê re diyalog bê kirin”.

 

Back to top button