Civak

Hêvîya gelê herêmê nemaye

 

Serokkomarê Tirkîyê Erdogan serdana Amedê kir, bi HUDA-PAR ê re merasîma vekirina mizgeftekê kir û axivî. Di axavtina Erdogan de tiştekî nû, gotin û gavek nû nehat dîtin. Gotinên ku Kurdan dixwest ji devê Erdogan derkevin, derneketin.

Hatina Erdogan li Amedê tu kelecanek çênekir û tu hêvîyek neda. Di vê derbarê de serokê berê yê Baroya Amedê Ahmet Özmen ji çapemenîyê re axivî û dibêje ku ev serdan kelecanek çênekiriye,  Li gor Ozmen, di pêvajoya mizakere û çareserîya pirsa Kurd de, her serdana Erdogan li Amedê kelecan û hêvîyek jî çêdikir. Lê di vê serdanê de ew kelecan û hêvî tunebû.

Ozmen, diyar kir ku li hember polîtîkayên 4-5 salên dawî yên hikûmetê, hêvîya Kurdan û gelên herêmê nemaye ji desthilatdarîya îro nemaye.  

 

Back to top button