Polîtîk

Doza KCK’ê destpêkir

İro di 6. Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê de runiştina piştî tespîtkirina nasnameyan 15. ya Doza KCK’ê destpêkir.

Girtiyên Doza KCK’ê ji Girtîgehên Tîpa E û Tîpa D’yê bi seyareyên anîne Dadgehê. 15. Runiştina Doza KCK’ê kesên wekê şaredar, parêzkarên mafên mirovan û siyasetmedar ji endamê KCK-PKKê re tên tawanbar kirin.

Li ber avahiya Dadgehê jî Hewserokên DTK’ê ( Kongreya Cıvata Demokratîk ) Ahmet Türk û Aysel Tuğluk, Parlamentera BDP yê bajarê Muşê Sirri Sakik û Parlamentera BDP ya bajarê Mêrdînê Emîne Ayna, xizmên girtiyên KCK’ê, delegasyonên Ewropayî, berpirsyarên rêxistinên sivîl û gelek rojnamevan amade bûn.

Di serî de girtiyên KCK yên jin ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê anîn dadgehê û pişt re jî girtiyên KCK yên mêr ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê anîne dadgehê.

Xizmên girtiyên KCK û alîgirên BDP li ber dadgehê peşwaziya her du grub kirin. Heta niha Doza KCK’ê ji ber îfadeyên Kurdî hatîbû sekinandin. Polêsên Tirk jî ji serê sibehê ve ji ber ewlehiyê derûdora Dadgehê dorpêç kirin.

Back to top button