Cîhan

Li Brezîlyayê ji ber lafaw û lehiyê 335 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li nêzîkî paytaxta Brezilya Rîr de Jeneiroyê û li herêmên çiyayan ji ber zêdebarîna baranê û lafawê herî kêm 335 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor televîsyona Globo Newsê her du rojên Sêşem û Çarşemê zêde baran bariya û ji ber zêdebarînê lehiyên mezin  pêkhat û di encamê de 335 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ekîbên Rizgarker jî ji ber kêmbûna baranê îro bi danê sibehî ji nû ve destpÊ xebatên xwe kirin. Berpirsyarên ekîban da zanîn ku ji ber lafawê di gelek ciyan de lehî pêkhat û ew jî li ber xebatên rizgarkirinê astengiyek mezin derdixe pêşberî ekîban.

Li 140 kîlomîtroyê bakurê Rîo de Jeneiroyê û li herêma Frîburgo hêjmarê miriyan gihîşt 155 kesan, li bajarê Teresopolîs ku 100 kîlomîtroyê dûrî paytaxta Rîoyê 146 kesan û li bajarê cîran ya Rîoyê bajarê Petorpolîsê jî 34 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button