Dest bi ser enbareke çekên terorîstan de girt
Ajansa parastina asayîşa herêma Kurdistanê (Parastin) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku hêzên wê yên dijî terorê lir oja 11.01.2011ê li bajarê Hewlêrê dest daniye ser enbarke çekên terorîstên ser bi Ensarulîslam de û terorîstek jî girtiye.
Li gor daxuyaniya Parastinê ew çek ji derveyî herêma Kurdistanê hatiye Hewlêrê û ew bûyerên beriya nuha û di dema cejna sersalê de li Helêrê çêbûyîn peywendî bi wê girupa terorîsta û wê enbarê ve heye.
Parastin dibêje ku lêkolîn li ser wê dosyeyê berdewam in û xebatên cidî j bo destgîrkirina terorîstan tên kirin.
Li gor daxuyaniya ajansa parastina asayîşa herêma Kurdistanê ew çekê di wê enbarê de hatiye girtin ji; guletopan, topên hawin, RBG, gelek bombên amadekiriî bo teqandinê, piştbestên xweteqandinê, çekê sivik û gelek madeyên din pêk tê.
Parastin dibêje ku wîlayetên Îraqê yên cîranên herêma Kurdistanê cî û nexelê terorîstane ku ji bo herêma Kurdistanê xeter in û wa terorîstan gelek cara ji bo ku bikevin herêma Kurdistanê û karên terorîstî encam bidin mihawile kirine û hemû caran mihawileyên wan ji aliyê hêzên Parastinê ve hatine pûç kirin.
Ajansa parastina asayîşa herêma Kurdistanê (Parastin) dibêje ku di dawiya sala çûyî de terorîstekî bi rêya Kerkûk-Hewlêrê re hewilda otomobîleke bombebarkirî bîne li Hewlêrê biteqîne, lê hêzên parastinê ew terorîst kuşt û erebeya bombebarkirî jî jinav bir.