Îroj

13'ê Rêbendan

13’ê Rêbendan

Di sala 1910’an û di rojekî wekê îroyê de Şêx Riza Talabanî li Bexdayê çû ser dilovaniya xwe.

Şêx Riza Telebanî di sala 1842’an de li gundê Çirîxê ku bi ser nahiya Çemçemala Kerkûkê ye hatiye dinê. Nahiya Çemçemal di sala 1965’an de ji alî Sedam ve, ji bo demografiya Kerkûkê xîra bibe û hejmara Kurdan di hijmartinan de kêm derkeve, ji Kerkûkê hatiye veqetandin û bi ser Sileymaniyê ve hatiye girêdan. Çemçemal û gundê Şêx Riza Telebanî, niha di resmiyetê de bi ser Muhafaza Sileymaniyê ve ye.

Şêx Riza Telebanî, ji eşîra Telebanî ye û bavê wî Şêx Ebdurehmanê Telebanî jî şêxê Qadiriyan e û her weha serekeşîrê Telebaniyan e jî. Şêx Ebdurahman yekî maldar e. Di bin hukmê wî de gelek murît û gund û gundî hene. Lê çavê Şêx Riza Telebanî di mal û mulkê bavê xwe de nîne. Meyla wî piranî li ser xwendinê ye. Yekî pir bi ken e jî. Ewil xwendina xwe li medresa Kerkûkê tewaw dike. Piştî wî, di 25 saliya xwe de tê Stenbolê û bi qasî du sala li Stenbolê dijî.

Dema ew li Stenbolê ye, bavê wî rehmet dike. Birayê wî yê mezin Şêx Elî Telebanî, dest datîne ser mal û mulkê bavê xwe û ji mîrata wî tu par nade birayê xwe. Li ser vê yekê Şêx Riza Telebanî jî piştî vegera Stenbolê tê li Koysencaxê cîhwar dibe û çendekî li cem xalên xwe dimîne. Ji wir jî bêmecal vedigere Kerkûkê û dest bi rênçberiyê dike. Maldarê malbatî Şêx Riza Telebanî, ev car rênçberiyê murîdên xwe dike.

Ji dîwan û helbestê Şêx Riza Telebanî diyar e ku, ew ji vê yekê, ango ji rênçberiyê ne eciz e. Her weha rênçberiyê ji xwe re firsendekî dizane û halê gelê Kerkûkê baştir fam dike:

“Min xweş tê ji ber cewra bira û lomê qewm,
Sed car xerîbiyê bibim muflîs û meflûk.
(…)

Şahî ku nebe, emê derbas bin bi feqîrî,

Bo ehliyê qenaet ji pîlawê xweştire dendûk.”

Helbest nivîsandina Şêx Riza Telebanî piştî xortaniya wî destpê dike. Dema helbest nivîsandina wî, her weha dema mexduriya wî ye jî. Ew di vê demê de ne tenê mexdûriya xwe, bi taybetî mexdûriya gelê Kerkûkê jî dibîne. Her weha pê dizane ku, sedemê ev mexdûriya gelê Kerkûkê, malbata wî bi xwe ye jî. Ev dijberiya malbatî ya Şêx Riza Telebanî, vedigere dijberiya hemû şêx û began. Ew di gelek helbestên xwe de, hem dijberiya malbata xwe, hem jî dijberiya şêx û began dike:

 

“Qehpejineke mamê min î dewletî şidadî heye,
Ta’lê ya rehber û bextê wî xwedî dadî heye,
(…)
Ev hemû gênc û xezna wî heye, hela hê teresê,
Ne hewa cûd û ne mêla kerem û ne dadê wî heye”

Şêx Riza Telebanî, li dijî zordariyê jî radiweste. Ew di peyvekî xwe de weha dibêje: “Tu xwedanê şûrek î tuj, ez ê zimen im. Cudayiya  navbera her du, mîna erd û esmên e.” Ji vê gotinê jî diyar e ku, şûrê Şêx Riza Telebanî, zimanê wî ye. Lê bi rastî ew, zimanê xwe jî xweş xebitandiye. Heta welê xebitandiye ku, yên niha ji wî re dibêjin Turkmen e, bersîva wan jî dide:

“Her dengê keranê û şepûrê Cengîz dike xan,
Ahengê biçûk ya merivê pîr li wextê san.”

Wekî me di serî de got, Şêx Riza Telebanî yekî bi henek e jî. Ji ber vî aliyê xwe ya mîzahî, di dîwana xwe de cîh dayiye gelek helbestên mîzahî jî. Di helbestên xwe de yariya maldaran û derewkeran kiriye. Dibe ku îro sax ba, wî li îddîaya Tirkmeniya xwe jî bikeniya û bi yariya be jî, derewkar û fersendkaran rûreş bikira.

Şêx Riza Telebanî, di sala 1901’an de ji Kerkûkê derdikeve û dere Bexdayê, li wê de rê cîhwar dibe. Sala 1910’an de jî li Bexdayê diçe ser dilovaniya xwe.

Sipas ji bo birêz Fehîm İşik

Back to top button